Sabrî Ok: Çi hate serê DAÎŞ’ê wê heman tişt bê serê HTŞ’ê

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, di ‘Bernameya Taybet’ a li Stêrk TV de axivî

Ok di axaftina xwe de qala pergala qirkirin û êşkencê ya li Îmralî û berxwedana gelê Kurd kir û got;

“Li Tirkiyê li ser wê yekê nîqaş tê kirin ku hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Ev giring e. Rêber Apo 26 sal in di zindana Îmraliyê de dîlgirtî ye.

Gelê Kurd, dostên gelê Kurd, zanist, akademisyen, siyasetmedar, hiquqnas, hunermend, parêzer, ji çar aliyên cîhanê daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.

Di encama vê têkoşînê de, Omer Ocalan çû Rêber Apo dît.

Rêber Apo di vê hevdîtinê de ev hevokek dîrokî bilêv kir:

“Hêza min heye ku vê pirsgirêka Kurd bi şêwazê siyasî û hiqûqî çareser bikim.” Di heman deme de jî got, “Tecrîda li ser min berdewam e.”

Ev her tiştî radixe ber çavan. Berpirsyartiya me ew e ku têkoşînek hîn radîkaltir, hîn rêxistinkirî hîn berfireh her derê her tim bê dayîn.

Ne tene tecrit li ser Rêber Apo rabe, divê Rêber Apo fîzîkî azad bibe.

Axaftina dewleta Tirkiyê çi Erdogan, çi Behçelî, çi yên din mirov fêhm dike ku li Îmraliyê têkoşînek pir dijwar heye.

Yanî Bahçelî axivî û got, “hema rojek zûtir pêwîste heyeta DEM Partî Rêber Apo bibîne.”

Hemû axaftin didine xuya kirin ku zextek heye li Îmraliyê, li ser Rêber Apo.

Rêber Apo jî, têkoşînek dijwar û dîrokî dimeşîne.

Dewleta Tirkiyeyê wek Behçelî negihîştin armancê xwe.

Yan jî hesabê wan tam negirt, wisa xuya dike.

Nêzikatiya dewleta Tirkiyê, AKP û MHP’ê li hember Rêber Apo, li hember pirsgirêka Kurd ne dirûst in.

Sabri Ok got ku, wan qebûl kir, îtîraf kir ku li derveyî Rêber Apo demokratîkbûna Tirkiyeyê nabe.

Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin, Rêber Apo azad nebe, ew nikarin Tirkiyê demokratîk bikin û weke tê xwestin li cihanê ebûl kirin.