Şehîdên Azadiyê li Zurihê hatin bibîranîn

Ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê, Hogir Amed (Mehmet Can Coşkûn), Serkeş Riha (Mûstafa Kaytan), Asmîn Seyît (Zehra Angay), Dijwar Keleş (Serdar Duşerge) ve Arîn Êrîş (Necbîr Bûdak), li Swisre bajarê Zurihê merasima bîrnaînê hate pêkanîn.

Merasima bîranînê bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan KOMAWê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Zurihê hate pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê KOMAW’ê Mûstafa Kaplan, axivî û got;

Em deyndarên şehîdên Kurdistanê ne.

Her gel xwedî nirxên pîroz in; nirxa herî mezin ya gelê Kurd jî şehîdên wê ne.

Em bi saya têkoşîna Rêber Apo, şervanên azadiyê û şehîdan gihane vê qonaxê.

Divê em di riya şehîdan de tûkoşîna xwe gur û geş bikin.

Piştre, Siyasetmedar Siddik Batûr axivî û got;

Divê em şopdarên şehîdênx w ebin.

Şehîdan jiyana koletî qebûl nekirin.

Divê her Kurd di riyan şehîdan de têkoşînê bikin.

Birayê şehî Hogir Amed Îhsan Coşkûn jî axivî û got;

Bere serê Rêber Apo û gelê me sax be.

Em ji bo şehîdan çi bibêjin kêm e.

Wek malbat em ê di riya şehîdan de têkoşîna xwe bidomînin.

Ew ê nekarin bi qetilkirina Hogir, Çekdar ve Serkeş serî li me bitewînin. Li ser xaka pîr

Li ser navê malbatên Şehîdan Geylanî Bayram jî, axivî û got:

“Rêber Apo gotibû ‘Her şehîdek felsefeya jiyanê ye.

Tu kes wê niakribe vîna gelê Kurd bişikîne.

Piştî axaftinan, sînevîzyona derbarê jiyana gerilla û şehîdan de hate temaşe kirin.

Merasima bi diruşmeyan bi dawî bû.