Merasîma bîranîna şehîdên Tabûra Nemiran li Navenda Çanda Cîgerxwîn hate pêkanîn.
Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona li ser dîroka têkoşîna Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan û çalakiyên wan hatibû amadekirin hat pêşandan.
Piştî sînevizyonê, parlamenterê berê yê HDP’ê û nûnerê DEM Partiyê yê Ewropa Faysal Sariyildiz û Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat axaftin kirin.
Faysal Sariyildiz di kesayeta Erdal û Rojhat de, hemû şehîdên azadiyê bibîranîn û got; Ciwanên kurd, 50 sal in bi lehengiyek destanî li dijî hêzênd agirker têkoşînê dikin. Têkoşîna ciwanên Kurd, desthilatdariya faşîsr aniye br têkbirin û dewleta Tirk jî kiriya nava krîzên piralî û dijwar.
Şahîn Polat jî diyar kir ku pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” salek li pey xwe hişt û got, Divê ev pengav li cîhanê werê xurt kirin û bang li kesî kir ku tevlî “Konsera Azadiyê” ya di 19’ê Cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin bibe.
Merasîma bîranînê bi axaftin û peyamên piştgiriyê bi dawî bû.