Mihemed Îbrahîm bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî pergala li Îmraliyê dimeşîne weke sûcekî mezin bi nav kir.
Mihemed Îbrahîm got ev bêdengî dibe sebeb ku dewleta Tirk vê pergalê bidomîne
Fatima El Mensûrî jî heman rexne bilêv kirin û wiha dewam kir:
“Şert û merc çi dibin bila bibin wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jin û mêran têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO bidomîne.”
Welatiyê bi navê Aqîl Osman jî ev tişt anîne ziman:
“Pergala îşkenceyê ne rewa ye ”
“Ez bang li hêzên navneteweyî dikim ku pêkanînên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rêber APO rawestînin
“Ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi gelên dildarên azadiyê re kar bikin.”
Welatiya bi navê Îlham Serdar girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vegot,
Û bang li tevahî gelên cîhanê jî kir ku li hemberî desthilatdaran serî hilidin û ji bo azadî û demokrasiyê roleke çalak pêk bînin.