Bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, li bajarê Silêmaniyê pêngava yekem ya propagandaya ji bo hilbijartinan û nasandina namzedên lîsteya jimare 129 ya YNK dest pê kir.
Bafil Talebanî ragihand ku Yekîtî tekane partî ye ku dikare rêbaza desthilatdariya Herêma Kurdistanê sererast bike û ev peyam dan:
Di vê hilbijartinê de emê bi piştevaniya Xuda û xelkê Kurdistanê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin.
Yasaya hilbijartinê ya berê kirasekî malbatekê bû, lê me ew kiras çirandin.
Ger hûn razî bin ku ev hikûmet bibe bankek ji bo malbatekê, herin dengê xwe bidin birêz Midûrê Giştî.
Li Silêmaniyê gelek tiştên xerab hebûn û me hemû hilweşand.
Ev peyamê jî ji bo PDK’ê; ger buldozera we tunebe, yamin heye û cihên xirab ji we re hilweşînim.