Rojnamevan Serdar Karakoç, 23’yê Gulanê, li ser daxwaza Almanyayê, li Holandayê hatibû binçavkirin û girtin.
Karakoç, 14’ê Hezîranê de bi kefaleta 5 hezar euro hat berdan.
Rojnamevan Karakoç heftê carekê îmze davêje û pasaporta wî jî hatiye desteserkirin.
24’ê Tîrmehê saet 13 û nîvan, li paytexta Holanda Amsterdamê danişîna doza wî heye.
Wê biryar bê dayîn Ka Serdar Karakoç radestî Almanyayê bê kirin an na.
Serdar Karakoç li Almanyayê di navbera Tîrmeha 2017 û Gulana 2018’an de li gorî xala 129b’yê tê darizandin.
Karakoç der barê mijarê de wiha axivî:
“Almanyayê piştî 7 salan der barê min de biryara girtinê ya navneteweyî derxist.
Heke min sûcekî wisa giran kiribe, çima wan eynî salê ez negirtim?
Li benda çi bûn?
Xuya ye ev doz bi temamî siyasî ye û ji bo parastina berjewendiyên dewleta Tirk hatiye vekirin.
Almanya bi hişmendiya dewleta Tirk nêzîkî pirsgirêka Kurd dibe.
Rojnameger û siyasetvanên Kurd krîmînalîze dike û bi awayekî siyasî didarizîne.
Ev darizandin ne hiqûqî ye.”
Înîsiyatîfa Ji Serdar Karakoç re Azadî, banga beşdarbûna danişîna rojnamevan Karakoç kir.
Danişîna Doza Serdar Karakoç:
24’ê Tîrmehê ango sibe saet 13.30 de li Amsterdame ye.