Abdullah Şikakî anî ziman ku 15’ê Tebaxê baweriya gel a bi kadroyên PKK’ê xurt kir
Pêngava 15’ê Tebaxê ku di dîroka gelê Kurd de kêliyeke diyarker bû, di sala 1984’an de pêk hat. Çalakî ji aliyê xwe yê leşkerî wêdetir ji bo gelê Kurd ê di nava bêhêvîtiyê de bû, bû ruhê berxwedanê û têkoşîna nasnameya neteweyî xurt kir.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê piştî rewşa nediyar a siyasî û têkçûna moralê ya salên 1980’î dema ku PKK kete Rojavayê Kurdistanê bi guherînên pêk hat re ji xwe re nexeşeyeke nû diyar dike. Xelkê ku ziman, çand û hebûna xwe nedihate naskirin, bi 15’ê Tebaxê re ji nû ve ji xw ebawer kir û bi ruhê seferberiya civakî dikeve nava liv û tevgerê.
Şikakî got, “Çalaki li nava gel deng veda.
Li Kurdistanê mîna cejnê bûbû.