Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin, protez di her du çongên wê de ne û nayê derman kirin.
Birayê Delal, Mehmet Tekdemîr anî ziman ku xwişka wî bi awayeke derhiqûqî hatiye girtin û got: “Nêzî du sal û nîvan di Girtîgeha Wanê de ma. Protez di her du çongên wê de hene û guatr pê re heye, bêhna wê jî diçikê.
Xwişka min li girtîgehê nayê dermankirin. Li girtîgehê gelek girtiyên pençeşêr li wan peyda bûne hene û çendî raporên wan jî hene û nayên berdan.”
Mehmet Tekdemîr got; Saziya Tiba Edlî (ATK) alîgir e. Daraz jî di destê AKP-MHP’ê de ye. Ji bo vê jî girtîgeh kirina kampên mirinê. Divê raya giştî bibê dengê girtiyên nexweş.
Di nav hefteyê de 3 caran rakirin beşa lezgîn.
Girtiyê nexweş Yıldırım Demir, li girtîgeha Bolu, Tîpe F tê girtin û bi nexweşiya prostat, xwînbûna hinavan û gelek nexweşiyên din e û nayê berdan..
Keça Yildirim Rojgül Özdemir, destnîşan kir ku bavê wê, dinava hefteyekê de 3 caran birin beşa lezgîn û got, Bavê min 28 salan de ghirtîgehan de ye û nexweş e, divê dmeildest werê berdan.
Kurê Yildirim, Mehmet Demir got; Nexweş di tecrîda di tecrîdê de têne girtin. Tecrîd encama şerê qirêj e. Dijbeirya me lewaz dimîne, divê raya giştî li dijî tecrîda kujerî ya li girtîgehan dengê xwe bilind bike. Ne tanê bavê min, divê raya giştî li hemû girtiyên nexweş xwedî derkeve.