Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di Medya Haberê de axivî û diyar kir ku ew bi amadekarî, plansazî û biryardariyeke hîn xurt dest bi sala 47’an a damezrandina PKK’ê dikin.
Dewleta Tirk, faşîzma AKP-MHP’ê tengav bûye, Me gelek caran hişyarî dan û got, ‘Hûn Tirkiyê dixin nava felaketekê’.
Rêber Apo, di parêznameyên xwe de analîz kirin û hişyarî dan.
Lê guh nedan hişyariyên me û fêhm nekirin.
Îro jî, bi dengekî bilind dibêjin; ‘Biratiya Kurd û Tirkan, em bibin yek, yekîtiya neteweyî pêwîst e.
Îsraîl wê êrîşî me bike. Bila Ocalan bê, li meclîsê biaxive û ragihîne ku rêxistina xwe tasfiye dike’.
Kalkan bal kişande ser çapemeniya Tirk ku propagandeya şerê taybet dike û got;
Pêngava navneteweyî ku armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zor da wan. Sîstema qirkirin û êşkenceya li Îmraliyê ew gelekî teşhîr kirin.
Siyasetmedar, hiqûqnas, hunermend, jin, ciwan, akademîsyen, derdorên entelektuel, civak, mirovên li kolanan.
Her kes dibêje, divê Ocalan demildest azad bibe. Zexteke gelekî cidî ya vê yekê heye.
Desthilardariya faşîst, dixwazin rojevê berevajî bikin, li gorî xwe rojevekê ava bikin.
Lê belê maskeya wan zû ket.
Çalakiya hevrê Asya û Rojger, maskeya wan rakir.
Divê gelê me, dostên gelê me guh nedin wan.
Rêber Apo jî got, tecrîd dewam dike. Ev tê wateya ku têkoşîna li dijî tecrîdê dewam bike.
Eger rast dibêjin, bila mercan biafirînin.
Lê nakin, îradeya gel xesp kirin, qeyum tayin kirin, qirkirina siyasî didomînin.
Hingî wezîfe dikeve ser milên me. Dikevê ser milên her kesî.
Divê Gerîla hîn bêhtir têkoşîne bike, jin û ciwan, gelê me, li welat û derveyî welat, li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.