TJA yê destnîşankir ku desthilatdarî wê bi qeyuman şaredariyan veguherîne cihên mêran û rant û xirakirinê:
Hate xwestin hemû mekanîzmayên ku veguhestina bêpere dide jinan, pêşî li tundiya jinan digire û qadên jiyanê li jinan vedike bi rejîma qeyûmê bê tunekirin.
Ji aborî heta çand, ji tendurîstî heta perwerdehiyê hemû destkeftiyên jinan ên di rêveberiyên xwecihî de asteng kirin.
Di hemû şaredariyên me de ku di 31’ê Adarê de hatin qezençkirin, pêkanîna ewil xebatên li ser polîtîkayên jinan bûn.
Bi polîtîkayên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re yekitiyeke ku bi gel re xwe birêxistin dike hate afirandin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Şaredariyên me yên ku di salên 2016 û 2019’an de hatin desteserkirin, îro jî rûbirûyê polîtîkayên talanê yên heman zîhniyetê ne.
Ev zîhniyeta ku ev demeke li welêt qala aştî û çareseriyê dikir, xwe vala derxist û zîhniyeta dewlet-mêr derxist holê.
Tevgera Jinên Azad TJA yê ji bo xwedî derketina vîna gel ev bang li saziyên navneteweyî û jinan kir.
Em ji bo dawîlêanîna van polîtîkayan bang li hemû saziyên jinan ên navneteweyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û her kesê dikin ku guh bidin dengê jinên Kurd.
Li qada navneteweyî piştevaniyê mezin bikin.
Me duh li hemberî darbekaran serî netewand, em ê îro jî netewînin.
Em ê di her şert û mercî de mafê xwe dîsa bi dest bixin.
Jin wê bimînin, darbekar wê biçin.