TJK-E: Em bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kolanan bihejînin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Em 25’ê Mijdara 2024’an bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşwazî dikin ku li çar aliyên cîhanê bilind dibe.”

TJK-E’yê di şexsê Xwişkên Mîrabel, Sara, hevrîn Xelef, Jîna Emînî de jinên ku berdêl dan bi hezkirin û hurmet bi bîr anî û got:

“Baweriya wan a bi jiyana azad, têkoşîn û eşqa wan îro di nava têkoşîna azadiyê ya jinan de mezin dibe û dewam dike.”

Di daxuyaniyê de işaret bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hate kirin û hate gotin:

“Ji ber ku hem navenda vî şerî Rojhilata Navîn e, ev şer herî zêde me jinên Kurd eleqedar dike.

Xurtkirina rêxistinî, polîtîka û xweparastinê, berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê, afirandina alternatîfên perwerdeyî, çandî, aborî û civakî ji her demê bêhtir weke wezîfeyeke lezgîn li pêşiya me ye.

Weke jinên Kurd ev yek esasê têkoşîna me ye.”

TJK-E’yê destnîşan kir ku ew roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê bi vê berpirsyarî û hişmendiyê pêşwazî dikin û got,

Em 25’ê Mijdarê weke roja bilindkirina têkoşîna xwe ya daîmî, rêxistiniya jinê, çalakî û afirandinê dibînin.

Tundiya li dijî jinê ji bo me hinceta afirandina şoreşa jinê û belavkirina fikrê konfederalîzma jinê ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan dikin ku bi coşeke mezin beşdarî çalakiyan bibin û kolanên her welatekî Ewropayê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bihejînin.”