Tevgera Jinên Kurd ya li Ewropayê -TJK-E, bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser bingeha daxwaza azadiya Rêber Apo, wan kampanyayeke nû daye destpêkirin.
TJK-E destnîşan kir ku ew ê 3’ê Gulanê dest bi kampanyayê bikin.
Berdevka TJK-E Ayten Kaplan, li ser kampanyayê ji ajansa ANF’ê re axivî û got;
Rêber Apo bi banga 27’ê Sibatê, înîsiyatîfeke girîng hildaye ser milên xwe.
“Ji bo vê jî, em ê li gorî nexşeriyeke diyarkirî, bi çalakiyên çandî û hunerî re nîqaşan bikin, atolyeyan vekin, çalakiyên weke meş û mitingan lidarbixin û daxuyaniyan bidin.”
“Divê jin platforman ava bikin, cihê jinan ya di nava civakê de nîqaş bikin, qebûlkirina nasname, îradeya jinê ya li nava civakê binirxînin.
“Civaka demokratîk tenê bi azadiya jinê û hebûna wê ya li nava civakê dikare pêk were.
“Bi vî rengî em ê hewl bidin ku derdorên cûda tevlî pêvejoyê bikin.”
Ayten Kaplan herî dawî got;
“Li gel banga Rêber Apo, dewlet û etshilatdairyê hîna gaveke şênber neavêtiye.
“Eger em dixwazin guherîn û veguherînê pêk werê, divê em bi rêxistinên cuda yên jinan re hevkariyê bikin.
“Em bang li jinan û civaka xwe dikin ku tevlî pêvejoyê bibin û birêxistiniyek xurt û berfireh civakek demokratîk ava bikin.”