Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), bi daxuyaniyekê ragihand ku, di çarçoveya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çarteserî”, bi 20 hezar jinan re ketine nava têkiliyan û ji CPTe name şiyandin.
TJK-E got: Ji bo CPTe bi erkan xwe rabe û nebe paraçeyek ji polîtîkayên qirkirinê û ji bo rakirina tecrîda mutlaq ya li Îmraliyê bikevê nava livg û tevgerê kar kirin.
Ji gelek welatan, bi tevlîbûna bi hezaran jinan ev kampanya hate meşandin. Di nava 3 mehan de, di çaçroveya kampanyayê de, şev û roj kar kirin. Bi nameyên ku CPTê re hatin şiyandin jî, hate xwestin ku demildest tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin.
TJK-E herî dawî got; Em car din bang li CPT dikin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Eger bi erka xwe ranebê, ew ê li hemberî dîrokê hesab bide.
TJK-E, bal kişande ser êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk a faşîst bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê li ser xaka Kurdistanê dike û got; Divê gelê Kurd, bi jin û mêran ve, li dijî van êrîşan rabe ser piyan û dijberiya xwe di sata herî dijwar de nîşan bidin.