TJK-E’yê ji bo komîteya wezîran a konseya Ewropayê dest bi kampanya şandina nameyan kir

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd TJK-E bi daxuyaniyêk ragihand ku ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dest bi kampanya nameyan dikin.

TJK-E dibêje.

Rêber Apo ev 26 sal in li Îmraliyê di hucreya yek kesî de dîl tê ragirtin û ev 43 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin.

Li Îmraliyê rejîmeke taybet a derveyî mirovahiyê heye.

Tecrîd û êrîşên giran ên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo dike, li dijî hemû Kurdan veguheriye êrişeke qirkirinê.

Ev sîstema faşîst her roj êrîşî jinên Kurd, ciwan, çand, ziman, bawerî û xwezaya Kurdistanê dike.

Daxwaz û hesreta hevpar a tevahiya mirovahiya cîhanê azadiya Rêber Apo ye.

Ji bo ev hevgirtin û yekîtiya mezin hîn bêhtir xurt bibe, mezin bibe û pêş bikeve;

Girîngiyeke mezin e ku li dijî şer, qirkirin, mîlîtarîzm, zayendîperestî, nîjadperestî, wêrankirina xwezayê û pirsgirêkên avhewayê veguhere seknekê.

Ji bo me tevahiya jinan ev pir girîngtir e.

Rêber Apo afirînerê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ye.

Rêber Apo tevahiya jiyana xwe ji bo rizgariya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê feda kir.

Ji bo vê bi ser bixîne, têkoşîn û berxwedaneke ku li cîhanê mînaka wê nîne da û ji nû ve zindîkirina bawerî û hêviyê, bi pêş xist.

Ji bo çareseriya gelek pirsgirêk û şerên li cîhanê bi taybetî jî yên li Rojhilata Navîn Rêber Apo paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojiye bi pêş xist.

Ji bo vê divê sîstema Îmraliyê bê hilweşandin û şert û mercên ku Rêber Apo bi awayekî azad bijî bên avakirin.

Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara ku daye, ji nû ve bigire dest û sîstema Îmraliyê rast pênase bike û gavên pratîk bavêje.

Bi vê wateyê em wek TJK-E di 21’ê Cotmehê de kampanyaya xwe ya nameyan li ser bingeha kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’ didin destpêkirin.

Em bang li hemû gelên xwe yên li Ewropayê dijîn dikin ku bi daxwaznameyên xwe yên nivîskî re piştgiriyê bidin.

TJK-E ji meşa 16’ê mijdarê jî ev bang dike.

Bi vê kampanyayê re em ji bo meşa dîrokî ya mezin a ku em ê di 16’ê Mijdara 2024’an de li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo lidar bixin, dest bi seferberiyê dikin.

Bi îradeya ku jin, gelê Kurd û dostên wan nîşan bidin re, em ê careke din azadiya Rêber Apo li qadan biqîrin.

Em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî jî bang li jinên Kurd dikin ku bi xurtî tevlî kampanyaya nameyan bibin û di 16’ê Mijdarê de kolanên Kolnê tije bikin.