Hevseroka Giştî ya DEM Parti Tulay Hatîmogûllari, di çarçoveya kampanya “Nan û Edaletê” de, doh çû serdana Şaredariya Êlihê û ligel welatiyan bi dahol û zirnê re govend girêda.
Hatimogullari, piştî govendê li pêşberî gel axivî û bertek nîşanî binçavkirin û girtina ciwanên ku bi behaneya govend girtine da û got;
Li Mêrsîn, Sêrt, Êlih û Stenbolê kesên ku bi cilên xwe yên herêmî govend girêdan, weke sûcdar hatin îlankirin.
Me di salên 90’î de jî dît ku hêzên çekdar yên dewletê bi ser dawetan de digirt.
Me dît ku bûk û zava hatin binçavkirin.
Gelên din çawa govendê digerînin, gelê Kurd jî bi çanda xwe govendê digerînîn.
Em vê ferzkirina yekperestî qebûl nakin.
Ew çi bikin bila bikin nikarin govenda me, çanda me, zimanê me asteng bikin.
Em li bendê ne ku herkes tevlî govenda azadiyê bibe.”
Piştî axaftinê, Hatîmogûllari bi welatiyan re govend girêda.
Di dema govendê de ligel çepik û tilîliyan dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.