Wê Bavê Tayar di dilê her kurdekî/ê de strêkek geş bimîne

Saziyên hunerî rola hunermend Bavê Teyar a di şanogeriya Kurdistanî de silav kir û got wê Bavê Teyer di dilê her Kurdekî/ê de stêrkek geş bimîne.

Gelek saziyên hunerî û çandî têkildarî şehîdxistina şanoger Cuma Xelîl ê bi navê Bavê Tayar tê nasîn daxuyaniyeke hevbeş dan.

Bavê Tayar di êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bendava Tişrînê de birîndar bûbû, lê tevî destwerdana bijîşkan jî şehîd bû.

Endam û rêveberên Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, Tevgera Çandê ya Jinan (Hîlala Zêrîn), Navenda Serdem, Komîna Şanoyê, Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, Yekitiya Hunermendan, Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê, Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê kom bûn û daxuyaniyek da.

Hunermend Kader Hisên daxuyaniya saziyên hunerî xwend û bang li gelê Kurd û hunermendan kir ku li hember zordestiya dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin.

ˋWê Bavê Tayar di dilê her kurdekî/ê de strêkek geş bimîneˊDi daxuyaniyê de teqezî bi piştgiriya gel ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di berxwedana wan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate kirin.

Di daxuyaniyê de rola çalak a Bavê Tayar di parastina çand û hunera kurdî de, hate bibîrxistin û tevgera wî ya daîm û têkoşîna ji bo doza gelê xwe û welatê xwe hate silavkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hunermend Bavê Tayar mîna şehîd Yekta û hevalên wî di dilê her kurdekî/ê de wê stêrkek geş bimîne. Wê hunermend li ser şopa wî û çirûska ku şehîdan li ser vê rêyê vêxistine, bimeşin.

Di dawiya daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin gefa pêkanîna komkujiyên dewleta Tirk a dagirker de ne.