Wê li Ewrûpa navbera 5-6-7’ê tebaxê çalakiya runiştinê pêkbê

 

Kongreya civaka demokratîk a Kurdistaniyên Ewrûpa derbarê tecrîdkirina Rêber Apo daxuyanî da.

KCDK-Ewrûpa da zanîn ev 25 salîn Rêber Apo tecrîdkiriye û wiha got.

CPT û Konseya Ewropayê, agahiyên xwe yên têkildarî rewşa li Îmraliyê û sedema astengkirina hevdîtina bi Rêber Apo re eşkere nakin.

Sîstema tecrîdê 25 sal in dewam dike, ev 4 salin agahî ji Rêber Apo nayê girtin, hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin, ev rewş nayê qebûlkirin.

Li Îmraliyê berxwedanek mezin heye, ev berxwedan hem li hemberî hêzên komploger, hem jî li hemberî sîstema qirkirinê ya dewleta Tirk e.

Gelê Kurd rejîm û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê rewa nabîne û qebûl nake.

Ji bo xistina maskeya li ber rûyê dewleta Tirk a qirker têkoşîna me bi biryardarî dewam dike.

Di serî de CPT û Konseya Ewropayê ji bo zext li saziyên pêwendîdar bêne kirin ku helwestê li hemberî tecrîdê nîşan bidin, têkoşîna me dewam dike.

Ji bo vê jî li Ewropa, Îngilistan, Kanada û Awûstralyayê gelê Kurd tevî dostên xwe 5-6-7’ê Tebaxê dest bi çalakiyên rûniştinê dike.

Em bang li gelê xwe, dostên xwe, jin, ciwan, extiyar, zarokan dikin ku bi rengekî çalak beşdar bibin.