Werîşe Mûradî bi nameyekê şehîdên 10’ê Gulanê bibîranîn

Werîşe Muradî ji girtîgeha Evîn ya li Tehranê, bi nameyekê Şirîn Elemhûlî û hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Hayderiyan, ku di 10’ê Gulana 2010’an de hatin dardekirin, bi bîr anîn.

Nameya Werîşe Muradî wiha ye

‘’Silav Ferzad…

“Tu êdî ne tenê navek î; rêyek î, li hemberî taritiyê ronahî û li hemberî bêdengiya dîrokê jî qêrînek î.

“Min tu ne bi çavên xwe, bi ruha xwe dîtî.

Di nava rûpelên lênûskan de, di hêsîrên zarokê

n çavê wan li rêya bavê wan de dît…

Min tu di qêrîna bêdeng ya dayikeke ku zimanê wê hatiye qedexekirin de nas kir.

Min tu nedîtiye, lê her weke ku bi sedsalan te nas dikim.

Weke heqîqetekê, êşekê, dozekê dizanim.

Kesên ku berê te dan sêdarê nedizanîn ku sêdar, nikare dengê kesekî li asoyê dinêrê qut bike.

Digotin ku qey wê te tune bikin, lê nedizanîn ku tu di wê kêliya berbangê de ji dayîk bûyî; di nava bêdengiyê de veguherî qêrînekê û li hemberî mirinê ji nû ve ji dayîk dibûyî.

Ferzad tu, tenê ne mamosteyek bûyî, tu felsefeya serdema miriyan bûyî.

Tu şaxekî nû yê çemê Samed Behrengî bûyî; ji axa dêm ya zarokan herikî û astengî derbas kirin.

Tu di serdema sextekariyê de sembola duristî û li welatekî ku peyv lê dihatin qedexekirin, abîdeya hêviyê bûyî.

Te dixwest xeyala xwe ji textê reş bi dîwarê heqîqetê ve dalêqîne; ew xeyalên ji xizaniyê lê belê ji hemû bircan bi heybettir bûn.

Celladê te ji min re jî şandin.

Got: Ew jî li vir rûnişt. Nekarî û …

Min jî got: Wî ji mirinê bêdawîbûn afirand.

Ji bêdengiyê qêrîn û ji pola xwe berxwedan afirand.

Ez peyrewa te me Ferzad.

Peyrewa Şirîm Elemhûlî; jina ku ji ber hezkirina jiyanê, hezkirina zimanê dayikê, evîna azadiyê dihat sûcdarkirin…

Berê wê dane sêdarê, lê navê xwe li çiya, ba û dîwaran da nivîsandin.

Peyrewa Ferhad im; mirin hembêz kir çimkî heqîqet dabû ber dilê xwe.

Peyrewa Elî Heyderiyan im; di dilê li Zagrosan lêdide.

Peyrewa Mehdî Îslamiyan im; xwe bê deng nekir, heya kêliya dawîn qêrîna heqîqetê kir.

Peyrewa wan mirovan hemûyan im; mirin hembêz kirin ku em bikaribin li ser piyan bimînin.

Û em hê jî li ser piyan in.

Dibe ku destên me girêdayî bin lê belê dengê me ji hemû gavan bêhtir bilind e.

Heqîqet her roj bi înkarê tê dardekirin; her roj peyvên me li dadgehên bêedaletê tên darizandin.

Lê belê em ji hemû birînan wateyekê diafirînin…

Li hemberî hemû heqaretan li ser piyan disekinin…

Bi hemû zextan ji bo azadiyê nefeseke nû distînin.

Ferzad, tu êdî ne tenê navek î.

Tu darek î; li ser her çiqileke wê mamosteyek, helbestvanek, serhildêrek heye.

Ez?

Li cihê te sekinîme.

Ji bo min jî sêdar danîne.

Lê belê ez na tirsim

Çimkî barhilgirên heqîqetê bes dizanin li qada şerî, li ser piyan bisekinin.

Eger mirin bedêla heqîqetê be, ez jî amade me ku bedêlê bidim.

Em ne ji bo ku birevin, ji bo ku li ser piyan bisekin, ji dayîk bûn.

Û ev rê, ne ji bo meşê ye… Ji bo mana li ser piyan e.

Heya peyva dawî, heya zarokê dawî, heya çiyayê dawî yê weke Zagrosan li ser piyan e…

Rêwitiya te berdewam dike, mamosteyê min…

Rêwitiya te berdewam dike, heya serkeftinê.

Sêdar nikarin me têk bibin; wê tenê rehên me berdin kûrahiyên axa welatê me.’