Wezîrê Tirkiyê yê berê Çavît Çağlar: Me ji PDK çi xwestibe hemû pêkanî

 

Zêdetirî 4 salin li Başûr bi hevkariya PDK, dewleta Tirk li dijî PKK û xelkê herêmê tevgereke îlhaqê yê berfireh daye dest pê kirin.

Welatên wekî Rûsya, DYA, NATO, Çîn û Îran rasterast nebe jî, ji ber berjewendiyên xwe bêdeng in û li benda encamê ne.

Hevkariya PDKê ya bi dagirkeran re her di rojevê de ye û hevkariyên qirêj ên pişt perdeya siyasetê jî bi awayekî derdikeve hole.

Ji malpera T-24 rojnamevan Cansu Çamlibel bi wezîrê Dewletê yê Tirkiyê yê berê Cavît Çaglar re der barê pirtuka serpêhatiyên wî de hevpeyvînek kir.

Di pirtukê de têkiliyên veşartî yê dewleta Tirk yên bi Mesûd Barzanî re jî tê teşhîrkirin û wiha tê gotin:

Mesût Barzanî ji aliyê Musteşarê wê demê yê MÎT’ê Teoman Koman ve hat pêşwazîkirin, li mêvanxaneya MÎT’ê ya Yenîmahaleyê hate bicihkirin.
Wê demê Suleyman Demirel serokwezîr û Turgut Özal jî serokkomar bû.
Her du yan jî pê re hevdîtinên cûda kirin û peyameke hevpar danê.
Bi talîmata Ozal pasaporta sor a dewletê dane Mesût Barzanî û Demîrel jî îtiraz nekir.

Di pirtûkê de tê diyarkirin ku têkiliyên bi Barzanî re bi rêya Fermandarê Cendirmeyan Eşref Bitlîs pêk dihat, ev agahî cih digire.

Me bi rêya Fermandariya Cendermeyan piştgirî da Barzanî û Talabanî.
Me çek, cebilxane da, alikariya aboriyê da.
Lê Talabanî em firotin, Celal Talabanî ew çek û cebilxane bir da PKK’ê, da Apo.
Me jî bang li Mesût Barzanî kir, me jê re got ‘xêre ev çi hale? em wisa çûne ser?

Barzanî jî li hember vê yekê rabû û wê demê di nav bera wan de şer rûda.”

Li ser pirsa “Di navbera Dewleta Tirk û Mesûd Barzanî de nakokî hebûn’ jî Cavît Çaglar vê dibêje

“Na, Barzanî li beramberî me her sexlem bû, çi sonxwari be, ji bo dewletê bicihanî.

Mesûd Barzanî şîreta Mele Mistefa Barzanî ya derbarê dewleta Tirk wiha vegot:

Bavê min beriya mirina xwe ji me re wiha got:

Ji tirkan bawer bikin, ew bi hêz in. ‘Yên ku dê we biparêzin ew in

Cavît Çağlar di serdema cuntaya faşîst a Kenan Evren derdikeve dikê, Darbekar îmtiyazên berfireh pêşkeşî wî dikin.

Kanala Nûçeyan a NTV di nav de zêdeyî 30 şirket û holdînga Nergîz di destê wî de ye.

Piştre wî dikin serokê tîma futbolê yê BursaSporê û 87’an de ji aliyê Suleyman Demîrel ve dibe wekîlê bajarê Bursayê.

Di hilbijartinên 91’ê de dîsa tê hilbijartin, navê wî di gelek îhaleyên gendelî û sahtekariyê de derbas dibe.

Di komploya 15’ê Sibatê yê li dijî Rêber Apo de rolekê aktîv digre.

MÎT’a Tirk balafira ku Rêber Apo li Naîrobiya Kenyayê revandî, ji Cavît Çaglar girtibû.

Serokwezirê wê demê Bulent Ecevit bersiva pirsa ‘Çima Ocalan ji Kenyayê bi balafira hacîzkirî yê Cavît Çaglar anîn’ wiha bersivandibû:

“Ji ber ku Cavit Çaglar teklîfa herî kêm pêşkeş kir û 200 hezar dolar xwest. Lê çi têkiliya Cavît Çaglar bi komployê hebû hê jî nayê zanîn.

Cavit Çaglar herî dawî bi navbeynkariya bidawîkirina krîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê de careke din kete rojevê.

Ew krîza ku sala 2015’an de piştî xistina balafira şer a Rsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve dest pê kir, navbeynkariya heyeta Cavît Çaglar, bi dayîna hin berdêlan bi dawî bûbû.