Çavkaniyên herêmî raginandin ku xelkê Behdînanê li dijî dagirkariya dewleta Tirk û xiyaneta PDKê rabû ser piyan.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku xelkê Behdînanê, eşîrên Rêkanî, Nêweyî, Nihêlî, Amêdî, Zêbarî yên gundên Guherzê, Belava, Berçê, Kanê û Aşka yên Amêdiyê û Şêladizê yên girêdayî Dihokê, dli ijî dagirkeriya dewleta Tirk rabûne ser piyan û riya navbera Amediyê û Şêladizê girtine.
Welatî di çalakiyê de banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dikin.
Tê gotin heya niha jî çalakiya welatiyan dewam dike.
Hêzên PDK’ê jî, hewl didin zorê li gel bikin û gel ji hev belav bikin.
Li gorî agahiyan xelkê gundên Dêralok, Spîndarê û Mijê jî dijî dagirkeriya Tirk serî rakirine.