Xelkê Mexmûrê hedefgirtina PADÊ şermezar kir.

 

Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî -Mexmûr, li ber avaniya Malbatên Şehîdan kom bû û ji bo 10mîn salvegera qirkirina li Şingalê daxuyaniyek dan.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê Mamosta Hisên Kara axivî û got;

3ê Tabaxê êrîşî Şingalê kirin ji ber ku Şingal dîroka Kurdan û baweriya Kurdan ya resen e.

Xayinan bêyî ku li pey xwe binêrin gelê Şingalê di nav lepên DAÎŞ’ê de hiştin.

20 Hezar pêşmerge bêyî ku guleyek jî biteqînin ji Şingalê reviyan.

Mesûd Barzanî bi xwe hat wargehê spasiya şervanên azadiyê kir.

Hisen Kara diyar kir ku PDK deyndarê PKK’ê ye û got;

Lê Malbata Barzanî ti caran xwe ji xiyanêtê rizgar nekiriye.

Malbata Brazanî, li Şingal û Mexmûrê komplo kirin.

Îro jî heman tiştî dikin û hewl didin vê qirkirinê fêrmî bikin.

Xweseriya Şingalê nas nakin û saziyên sivîl yên Şingalê weke PAD’ê hedef digirin.

Di salvegera komkujiya Şingalê de hedefgirtina PADÊ nîşan dide ku komplo berdewam e.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedan Gelê Kurd” bi dawî bû.