Xeta xiyanetê ya beriya 28 salan Dr. Sîrwan şehîd xistî, hîna berdewame  

Heqî Karerê Başûrê Kurdistanê şehîd Dr. Sîrwan, beriya 28 salan ji aliyê PDK’ê ve hate qetilkirin. Di roja me ya îro de jî hîn şoreşgerên Kurd bi destên xiyanetkaran têne şehîdxistin, lê şopdarên Dr. Sîrwan dev ji doza xwe bernedane û têkoşînê gihandine asta herî bilind.

Şehîd Kawe Elî Salih ê weke Dr. Sîrwan tê naskirin, di sala 1964’an de li gundê Çemîle ya navçeya Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe. Di sala 1970’an de dest bi xwendinê kir. Dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li Silêmaniyê temam kir. Di sala 1982’an de diçe kolêja zanistî ya Zanîngeha Bexdayê. Di sala 1984’an de ji ber çalakiyên siyasî dest ji xwendinê diber de.

Di sala 1981’an de peywendiyê bi Komelaya Rencderan re dike û piştî demekê dibe endamek çalak û dikeva nava lêgerînê. Roj bi roj zêdetir hewldana xwepêşxistinê dide. Tevlî gelek çalakiyên siyasî û leşkerî yên li Silêmaniyê û çiya dibe.

Di sala 1994’an de weke rojnamevan û nivîskarek di rojnameya Welat de dest bi kar dike û di pêşxistina rojnameyê de rolek girîng dilîze.

Di sala 1983`an de dema Dr. Sîrwan li Bexdayê dixwend di heman demê de Endamê Komeleya Karkerên Kurdistanê bû û ji ber rejîma Baas û hinek partiyên hevkar metirsî li ser jiyana wî çêdibe. Piştî wê metirsiyê sala 1984`an de çû Îranê, heya dawiya salên 1985 li wir ma. Dema ku li Îranê jî bû di demeke kurt de xwe fêrî zimanê Farisî kir. Di dawiya 1985`an de derbasî Danîmarkayê (Ewropa) bû.

Naskirina wî ya bi tevgerê re

Şehîd Dr. Sîrwan naskirina wî ya ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê li saheya Ewropa bi rêya Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê (ERNK) re çêdibe. Ji ber naskirina xwe ya bi PKK’ê re biryarê dide ku derbazî Sûriyê bibe û perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne. Li saheya Ewropa bi rêya ERNK’ê têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kir û di dawiya salên 1990’an de bû endamê ERNK`ê. Dr. Sîrwan dema li Amsterdamê bû, biryar da ku di perwerdeyeke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bibe.

Biryara vegera welat dide

Piştî li Sûriyê perwerdeya Rêber Ocalan dît biryar dide ku careke din vegere Başûrê Kurdistanê û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê li welat bidomîne. Piştî perwerdeyê biryar da ku vegere Başûrê Kurdistanê. Wê demê jî rewşa Başûrê Kurdistanê gelek xirab bû û ji bilî Dihok, Hewlêr û Silêmanî hemû xaka Başûr ketibû destê hêzên rejîma Baas’ê de.

Partî ava kir û tevlî Raperîna Başûr bû

Dema ku vegeriya Başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de, li Xakurkê li gel çend hevalên xwe Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) avakirin. Di wê salê de Raperîna mezin ya Başurê Kurdistanê destpê kir û Dr. Sîrwan jî di wan raperînan de weke pêşeng cih girt. Di şerek li herêma Germiyanê ya li dijî rejîma Baas de bi giranî birîndar bû, ji lingê xwe birîndar bibû û ji bo dermankirinê çû Îranê.

Ji aliyê PDK’ê ve hate şehîdxistin

Di sala 1995’an de amadekariyê ji bo avakirina Yekîtiya Nîştimaniya Demokrat a Kurdistanê (YNDK) dike. Di heman salê de YNDK dibe yek ji aliyekî siyasî yê Başûrê Kurdistanê. Wê demê YNK û PDK hebûn, YNDK jî bû aliyê sêyemîn yê Kurd. Dr. Sîrwan jî bû sekreterê YNDK’ê. Wê demê ji ber YNK ji nava bajaran derketibû û li ser sînorên Iraq û Îranê bi cih bûbû, Silêmanî di destê PDK’ê de mabû. Jiyana welatiyan jî di wê demê de pir xirab bû û ti garantiyek ya jiyana gel nebû. Ji ber wê çendê Dr. Sîrwan û çend hevalên xwe li çemê Rêzan bi cih bûn, ji bo cesaret û baweriyê bidin gel. Pêşmergeyên PDK’ê ji çar aliyan ve wan dorpêç kirin. Lê tevî hemû guftûgoyên di navbera wan de jî, di 4’ê Cotmeha sala 1996’an de carekê din pêşmergeyên PDK`ê Dr. Sîrwan û çar hevalên wî yên bi navê Hacî Qamişloyî, Baban, Diyar Mêrdînî û Egîd Germiyanî şehîd xistin.

Xeta xiyaneta navxweyî û plangeriya partî û desthilata Başûrê Kurdistanê ya li gel dewleta Tirk a dagirker heta îro jî li dijî pêşengên Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd didome.

Hêjî şoreşger û ciwanên Kurd li Başûrê Kurdistanê di encama hevkariya hinek partiyên Kurd bi dewletên dagirker re tên qetilkirin. Her çend di nava gelê Kurd de yekîtiyeke rûhî çêbibe jî, ne hatiye wê astê ku hêzên Kurd neçarê pêkanîna yekîtiya Kurd a demokratîk bikin.