Xizmên Girtiyan di çarçoveya deng bide Azadiyê li ber navçeya Rêya Armuşê ya Wanê bi pêşengiya TUHAY-DERÊ hatin cem hev.
Hevserokên HDP û DBP’a Wanê, TJA, meclisa ciwanên Dem partiyê û gelek kes amadebûn.
Daxuyaniya li ser navê saziyan, rêveberê DBP’a Wanê Hasan Şahîn xwend û wiha hate gotin:
Li girtîgehên Tirkiyeyê mafê jiyan û tenduristiyê di metirsiyê de ye. Divê girtiyên nexweşên giran û zarokên li girtîgehan bên berdan. Bi mehane bersiv nadin daxwazên girtiyan ên dermankirinê, muayne nabin. Wezareta Dad û Tenduristiyê sûc dike. Berpirs AKP ye. Salê zêdetirî 100 girtî û mehkûm di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin.
Derbarê tecrîdê de jî di daxuyaniyê de wiha hate gotin ku di şexsê Rêber Apo de tecrîda mutleq û bê hiqûqî dewam dike û wiha dewam kir.
Herî da wî 25’ê Adara 2021’ê bi Rêzdar Abdulah Ocalan re hevdîtin çêbû, ji wê demê ve 397 jê parêzer û 177 malbat in, bi giştî 574 sêrdan ji bo serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê çêbû. Lê hemû serlêdan an bêbersiv man, an jî bi ‘cezayên dîsîplînê’ bêyî hincetek diyarkirî hatin redkirin.