Rojnameya Xwebûnê bi minasebeta 2’yemîn salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî”, bal kişand ser serhildan û têkoşîna jinên kurd ku li Îranê pêş ket û li cîhanê belav bû.
Rojnameger Nigîn Şêxolîslamî Vetenî re li ser têkoşîna jinan a li Rojhilat pirsên Xwebûnê bersivand û bal kişand ser çavkanî û dîroka têkoşînê.
Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da komxebata DBP’ê ya bi şîyara “Rêxistinbûyîn serkeftin e” û li ser girîngiya rêxistinbûyînê ya ji bo kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn rawestiya.
Rojnameyê di rûpela jin de jî bi sernavê ‘Îran wê fêm bike bê şoreşa me tê çi wateyê’ cih da nivîsa nivîskar Eylem Şoreş.
Rojnameyê di rûpela kirmanckî de jî bi minasebeta salvegera Rojnameger û Rewşenbîrê kurd Musa Anter, cih da ser têkoşîn û sekna Musa Anter.
Nivîskar Xidim Kokim bi sernavê “Apê Mûsa bêmerg o” li ser sekna Anter rawestiya.