Silêman Ehmed ku kurê wî sala 1992’an li gel komek ji hevriyên xwe di kemîna PDK’ê de şehîd bû, diyar kir ku ti cudahiya PDK’ê û dewleta Tirk ji hev nîne û got, “PKK û gelê Kurd bi hev re dimeşin, teqeze wê serbiekvin.
Silêman Ehmed got ku kurê wî Memo Siwar (Mihemed Zekî Mihemed), sala 1971’ê ji dayik bû. Beriya tevlî nava refên PKK’ê bibe, demeke dirêj ji bo gelê xwe xizmet kir û weke kesekî têkoşer dihate naskirin.
Di sala 1992’an de biryar da ku berê xwe bide çiyayên azad û li gel komek ji hevriyên xwe bi rê ket.
Heman salê beriya ku bigihêje cihê xwe, di encama kemîna PDK’ê de şehîd bû.
Silêman Mihemed got; Em zanin ku dewleta Tirk dijmin e, lê çi bi PDK’ê tê? Ewqas gerîla şehîd xistin, gelo hîna dilê xwe rehet nekiriye?”
Silêman Mihemed got ku dema bû 19 salî belgeya wî ya leşkeriyê hat. Lê wî digot, ‘Ez leşkeriyê ji rejîmê re nekim, ez ê xizmetê ji wan re nekim. ‘Divê ez xizmetê ji xak û gelê xwe re bikim, ez çima xizmetê ji rejîma Sûriye re bikim?’
Di sala 1992’an de li gel komek ji hevalên xwe, berê xwe da çiyyaên azad.
Lê hê j nû gihîştibûn çiyayên azad, kete kemîna pêşmergeyên PDK’ê û gerîlayên li wê komê hemû şehîd bûn.
Silêman Mihemed diyar kir ku ew 87 salî ye û got; Malbata Barzanî xayin e; bûye hevalê dewleta Tirk. Em zanin ku dewleta Tirk dijmin e, lê çi bi PDK’ê tê? Ewqas gerîla şehîd xistin.
Gelo PDK dijminê gelê Kurd e ku rê dide dewleta Tirk û bi ser Gerîla ve diçe û şer dike? PDK dijminê gelê Kurd e. destê PDKê di xwîna kurê min û gelek ciwanên Kurd de heye, Ew dijminê gelê Kurd e. Ti cudahî di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de nîne.
PKK û gelê Kurd bi hev re dimeşin û ewê teqeze serbiekvin. Başûrê Kurdistanê jî ne milkê Barzaniyan e, xaka gelê Kurd e. Gelê Kurd mafdar e û ev têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve.”