Yekitiya Ragihandinê Jin -YRJ, ji bona Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd ku di 7’ê Cotmehê de pêk hatiye daxuyaniyek da û got;
Rojnamevaniya Jinên Kurd di encama berxwedan, berdêla rastiya jiyana tevahî jin û gelê Kurd de ava bû.
Rojnamegeriya jinê, bi fikir û zikirekî bi hêz bû û di xeta ragihandina jina Kurd de bi hêz bû.
Jinên rojnamevan, li dijî êrişên faşîst bi canfedayî kar dikin û li hemberî hişmendiya ragihandina mêr-dewletê, li hemberî berovajîkirina rastiya jin-civakê, li hemberî dagirkerî û qirkirinê, ragihandina azad dikin
Ragihandina jina Kurd, li ser xeta azad, ji Gurbetellî heta Nagîhan û Gulistanan bi têkoşînekî bênavber û bi berdêlên giran gihan qonaxa îro.
YRJ’e got; rojnamevanên jin, eşkere kirin û ragihandina rastiya hovîtiya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê wekî erkeke dîrokî dîtin. Ji bo şoreş û zanîsta jinê li cihanê belav bibe, bi dîmen, lêkolîn û danhevên girîng pêşxistin.
Li ser vê bingehî em carekî din pêşenga xeta ragihandina azad û şoreşgera tevgera azadiya jinê Gurbetellî, heqîqetvana zanista Jineolojî Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û hemû şehîdên Cotmehê û şehîdên ragihandina azad bibîrtînin.
Em carek din bi biryardarî dibêjin ku tevî hemû êriş û zextên hêzên desthilatdar û mêr-dewletê, em ê paşerojan bi serkeftinê tacîdar bibe.