Zextên li ser çapemeniya Kurd û sosyalîst, bingeha sansurkirina înternetê ye

 

Qedexeya înternetê bandora herî giran li medya Kurd dike

Di rapra sansurê de di nava malperên çapemeniya Kurd de yên ku heta sala 2023’an hatin sansurkirin ANF di rêza destpêkê de ye.

Komeleya Karên Hiqûqî û Medyayê -MLSA û FreeWeb, Rapora Sansurê ya 2023’an weşand.

Di raporê de tê gotin ku tenê li Tirkiyê di sala 2023’an de weşana 14 hezar û 680 nûçe hate astengkirin.

Qedexeya li ser nûçegihaniya înternetê jî sala 2023’an, gihîşt asta herî bilind.

Li gorî raporê, di di sala 2023’an de:

197 hezar û 907 navên qadê
14 hezar û 680 nûçe
5 hezar û 641 parvekirinên medya dîjîtal
743 hesabên medya dîjîtal
38 şîroveyên li ser google
33 encamên lêgerînê
9 sepanên mobîl
5 dosyayên Google Drive
2 adresyên mailê û dokumanteke Google jî hatin astengkirin.

Di sala 2023’an de 30 navên cuda yên malperên nûçeyan, ku dinava wan de Jinnews jî heye hatin qedexekirin.

Di raporê de qedexeya li ser çapemeniya Kurd û çapemeniya sosyalîst, ji ANF bigirin heta Medya Haber û JINHA.

Azadiya Welat, û Ajansa Mezpotamya, Ajansa Nuçeyan a Dicle jî hene.

ji bilî van weşanên muxalîf, ETHA, Gazete Duvar, Sendika Org, Mücadele Birliği, Evrensel, Birgün, Artı Gerçek, Sol Haber, Yeni Demokrasi, malperên wan ên înternetê hatin qedexekirin.