Zeyneb Murad: Rêveberiya li Sûriyeyê mecbûr e guhdariya helwesta Kurdan bike

Hevseroka Kongra Neteweyî ya Kurdistanê -KNK, Zeyneb Murad têkildarî encamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, ji ANHA re axivî û got;

“Piştî peyama rêzdar Abdullah Ocalan, me dît ku gelê Kurd çawa bi bandor bû û kete nava tevgerê.

“Konferans jî encama wê banga dîrokî bû.”

Zeyneb Murad wiha dewam kir:

“Di k

onferansê de hemû aliyên siyasî, civakî û hemû pêkhateyên civakî hebûn.

“Ev jî ji bo paşerojan giring e û hate dîtin ku erk tenê li ser milên Kurdên Rojava nîne, li ser milê hemû Kurdan û civakên li Kurdistanê ye.

“Piştî rûxandina rejîma Baasê, rêveberiyeke din hat û vê rêveberiya nû jî, bi konferansekê destûreke demkî derxist û gelên Suriyeyê himbêz nekirin.

“Vê jî nerazîbûnek derxiste holê.”

Zeyneb Murad herî dawî got;

“Rêveberiya li Sûriyeyê mecbûr e guhdariya deng û helwesta Kurdan bike.

“Ji ber ku Kurd, ji bo serkeftina Suriyeya nû, garantorek ciddî ne.

Kurd xwedî tecrube û projeya çareseriyê ne.

“Ev jî bûye sedema ku gelek pêkhateyên din xwe bi wan ve girêbidin.

“Wê demê rêveberiya li Sûriyeyê êdî nikare Kurdan guhdar neke.”