Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de, duh hevdîtinek li avahiya parlamantoya Almanyayê ya li Berînê pêk anî.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropa Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Almanyayê Xalid Derwîş û berpirsê Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê yê Ewropayê Jozef Lehdo pêk dihat.

Hevdîtin li gel parlamenterên ji Partiya Mesîhiyan a Demokrat (CDU) Jürgen Hardt û parlamenterê Partiya Keskan Qasim Tahir Salid pêk hat.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser hatin vegotin.

Her wiha rîska DAIŞ û têkiliya wê bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin nirxandin.

Hate gotin çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker digirin da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û êrişî herêmê bikin.

Her wiha li ser dosyaya bi hezaran DAIŞ’iyên di girtîgehan de û bi deh hezaran malbatên wan ên li kampên Hol û Roj nîqaş çêbûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û encamên wê yên qutkirina avê, ceyran û gazê jî hatin nîqaş kirin.

Her wiha hate gotin divê civaka navneteweyî berpiryariyên xwe bi cih bîne, ji bo pêşxistina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber koçberiya bi sedama êrişan destekê bide Rêveberiya Xweser.