Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan û Sevda Çelîk Ozbingol, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin, di 30 Gulanê de serî li wezaretê dan.

Turkdogan anî ziman ku nzîkatiya dewletê ya li hemberî Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka kurd e û got; Ev pirsgirêk bi riyên ewlehî û çek çareser nabe. Tirkiyê kirine modeleke serokatiya li ser esasê yekkesî, ev jî rê li ber kiryarên faşîzan vedike.

Pêdivî bi lîstikên derî hiquqî nîne û divê desthilatdarî demildest derbarê tecrîda li Îmraliyê de daxuyaniyekê bide..

Turdogan got: Me, ji bo çûna Imraliyê serlêdan kiriye. Wezaretê di destpêkê de bersiveke manîpulasyonê da. Dibêje, birêz Ocalan û hevalên wî bi hev re hevdîtinê dikin. Paşê dibêje, ‘Tu pirgsirêkek li ber hevdîtina bi parêzeran re tune ye.” Ev ne rast e û manîpulekirina rastiyan e.

Birêz Abdullah Ocalan 75 salî ye. Ew ji bo demokrasîyê têkoşînê dike, nexşeriyên çareseriyê amade kirin.

Serokkomar Erdogan bal kişandibû ser “asayîbûnê”. Eger asayîbûn çêbibe, divê ji Îmraliyê dest pê bike. Yan na wê pirsgirêkên din tim bên taloq kirin.

Eger desthilatdariya AKPê, bersiveke erênî bide serlêdana me, em ji bo rol û pêvajoyeke nû amade ne.