Felek û Fatma Tatli, ku ji bo li aqûbeta birayê xwe gerîlayê HPG’ê Ayhan Tatli bipirsin çûn Hewlêrê, gefa girtinê ji Parastinê xwarin. Felek û Fatma Tatli gotin, “Heta ku em agahiyê ji birayê xwe û hevalên wî werbigirin, em ê lê bigerin.”

Hêzên PDK’ê 26’ê Tîrmehê li nêzî gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê dor li komeke gerîlayên HPG’ê girtibûn. Ev 18 rojin agahî ji vê koma HPG’ê nayê girtin. Hêzên Parastina Gel (HPG) ku ji 26’ê Tîrmehê ve agahî ji 3 gerîlayên xwe nagire, di 29’ê Tîrmehê de daxuyanî da bû çapemeniyê.

HPG’ê der barê bûyerê de, di 31’ê Tîrmehê de cara duyemîn daxuyanî da bû. HPG’ê, ragihandibû ku gerîlayên di komê komê de cih digirin Erdal Aslan (Serwer Serhat) ê ji navçeya Qereçobanê ya Erziromê, Ayhan Tatli (Wargeş Çevreş) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê û Dijwar Berxwedan ê ji bajarê Hesekê yê Rojava ye û bang li PDK’ê kiribû ku der barê koma wan de daxuyaniyekê bide.

Malbata gerîlayê HPG’ê Mahmût Xelef ji bo ku aqûbeta lawê xwe hîn bibe di 9’ê Tebaxê de derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû. Bavê Xelef Hesen Şerîf Xelef li Deriyê Sînor ê Sêmalka hate astengkirin. Bav Hesen Şerîf Xelef ê di 9’ê Tîrmehê de bi rêya çapemeniyê bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û rayedarên partiyê kiribû, ku der barê aqûbeta kurê wî û hevalên wî de daxuyanî bidin.

Xwişkên gerîlayê HPG’ê Ayhan Tatli bi nasnav Wargeş Çevreş jî der barê aqûbata birayê xwe ji ANF’ê re axivîn û bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û rayedarên PDK’ê kirin ku der barê aqûbeta birayê wan û hevalên wî de daxuyanî bidin.

‘DIVÊ MESÛD BARZANÎ DER BARÊ REWŞA BIRAYÊ MIN Û HEVALÊ WÎ DE DAXUYANIYÊ BIDE’

Xwişka gerîlayê HPG’ê Ayhan Tatli, Felek Tatli anî ziman ku ev 18 roj in birayê wê bi destê PDK’ê hatiye windakirin û got: “Ez dixwazim der barê birayê xwe de agahiyekê bistînim. Ji bo ku aqûbeta 3 gerîlayan were eşkere kirin HPG’ê du caran daxuyanî da û heta niha PDK li hemberî vê kiryara qirêj bêdeng e. Divê xelkê Başûr li dijî vê kiryara PDK’ê rabe û ji bo aqûbata birayê min û hevalên wî rabin li ser lingan. Gelo çima ewqas PDK ji bo biratiyê dijminatiyê dike, em ne dijminê wan e. Em dibêjin biratî ew dibêjin îxanet, şer û birakujî. Ev îxanet wê heta kengî be, em ê heta kengî xwîna hevdû birijin. Divê Mesûd Barzanî û rayedarên PDK’ê der barê rewşa birayê min Ayhan û hevalên wî de daxuyaniyekê bidin û vê rewşa tarî zelal bikin. 18 roj in çima PDK bêdeng e û derbarê bûyerê de daxuyaniyekê nade. Eger sax bin bila bibêjin sax in, eger şehîd kirine bila bibêjin şehîdin yan jî birîndarin bila bibêjin birîndarin, em tenê ji birayê xwe û hevalên wî agahiyê dixwazin. Em ti carî dijminatiya biratiyê naxwazin, bila bira birayî nekuje û winda neke. Mixabin îro PDK tê lîstika dijminan û dixwaze xwîna me birêje. 18 roj in giyanê me ji bo birayê me dişewite û em ti agahiyê jê nagirin. Tişta ku îro PDK li Başûr û li dijî gelê Kurd dike komkujî ye û amadekariyên komkujiyek mezin e.”

‘PARASTINÊ GEFA GIRTINÊ LI ME XWAR’

Xwişk Tatli destnîşan kir ku ji bo aqûbata birayê xwe hîn bibin ew çûne Hewlerê û wiha pê de çû: “Ji bo ji birayê xwe Ayhan em agahî bistînin, em çûn Herêma Federal Başûrê Kurdisanê, li Hewlêrê em çûn Parastinê û li wir ji parastinê bi kesê bi navê Zinar re me hevdîtin kir. Li dewsa der barê birayê min de agahiyê bide li navenda parastinê gefa girtinê li me xwar û got, ‘derkevin ji vir, carek din neyên vir, niha ez dikarim we bigrim û we neşînim Tirkiyeyê’. Li parastinê gelek xirab nêzî me bûn û weke ku em dijminê wan e. Her kesên li navenda parastinê wiha xirab nêzî me bû û heqaret li me kirin. Endamekî din ê parastinê li me zivîrî û got, ‘Serok Mesûd nexweşe wê were emeliyatkirin, hîna me tiştek jê re negotiye’. Ev tişta ku endamê parastinê ji me re got, weke li xwe mikur hatine ku gerîlayên HPG’ê di destê wan de ye. Vê nêzîkatiya PDK’ê û parastina wan şermezar dikin, em çûn wir me pirsa birayê xwe kir lê wan heqaret li me kir û gefa girtinê li me xwar. Divê bi lezgînî parastin û rayedarên PDK’ê der barê birayê min de agahî bide. 18 roj in winda ye û aqûbata wî nediyar e. Em ji bo aqûbata birayê xwe nikarin li benda kêfa PDK’ê û emeliyata Mesûd Barzanî bimînin. Kanî soz û bextên wî yên biratiyê qaşo li dijî şerê birakujiyê ye. Barzanî digot, ‘ez ji biratiyê re amade me’ ev hemû ne raste û direwe. Bi rojane ji bo ku şerê birakujiyê çênebe li çar aliyan Kurd bang dikin û li gel hemû bangan jî bêdeng e. Êdî bes e, heta kengî hûnê dagirkeran mezin bikin û bînin li ser axa Kurdan. Dema dijmin êriş dike em pê naêşin, em dizanin ew dijmin e, tişta ku em pê diêşin kiryarên Barzanî û PDK’ê yên qirêj e.”

BANGA LI PARTIYÊN BAŞÛR

Di dewama axaftina xwe de xwişka gerîlayê HPG’ê Ayhan Tatli Felek Tatli, bang li raya giştî kir ku ji bo birayê wê û hevalên wî bikevin dewrê û wiha got: “Ez bang hemû partî û rêxistinên li Başûrê Kurdistanê dikim ku ji bo aqûbata 3 gerîlayan bikevin dewrê û zextê li PDK’ê bikin. Dîsa bang li saziyên mafên mirovan û welatên Ewropa dikim ku ji bo ev bûyer zelal bibe bikevin dewrê. Ez tenê birayê xwe dixwazim, bila aqûbata Ayhan û hevalê wî were eşkerekirin. Ez bang li gelê Başûr dikim ji bo aqûbata 3 gerîlayan dakevin qadê hesap ji mala Barzanî bixwazin.”

‘EZ LI BENDA AGAHIYA AYHAN BÛM, AGAHIYA GIRTINA GULGEŞ HAT’

Dayika Gulgeş Tatli û xwişka Ayhan Tatli Fatma Tatli, ya li bendê bû ku PDK der barê birayê wê de daxuyaniyekê bide, keça wê bi birîndarî hat girtin. Dayika Tatli der barê birayê xwe û keça xwe de jî axivî û wiha got: “Berî 18 rojan ez bi windakirin birayê xwe hesiyam û hîna min ti agahî ji birayê xwe negirtiye, agahiya keça min Gulgeş ji min re hat. Piştî ku keça min Gulgeş bi birîndarî hat destgîrkirin, leşkeran bi telefonê agahî dan me. Ji bo em keça xwe bibînin, em çûn Colemêrgê. Lê em asteng kirin. Parêzerê me tenê karî hevdîtinek kurt bike. Mil, ling û pişta keça min birîndar bûne. Ligel vê jî bêyî ku derman bikin, şandin girtîgehê. Piştî şandin girtîgehê ez çûm serdana keça xwe û min dît, keça min rewşa wê gelek nebaşe. Ji ber ku birîndare û baş nehatiye dermankirin. Di hevdîtinê de min jê pirs kir keça min çima tu ewqas bê halî û te serûçavê xwe jî neşûtiye. Keça min ji min re got, ‘Ez nikarim pêwîstiyê xwe binîm cih’ Divê mirovek birîndar bê dermankirin. Ji ber ku tişta ji keça min xwestine nekarîne bigirin, ew şandin girtîgehê. Ew derman nekirin. Dibe di rojên pêş de bi birîndarî keça min sirgûnî girtîgeha Wanê bikin. Ez bi keça xwe serbilind im, serê min bi wê wê bilind e, wê ti carî serî li hemberî kesekê serî netewand.”

‘BILA AQÛBATA GERÎLAYÊN ME EŞKERE BIKIN’

Di dawiya axaftina xwe de xwişk Fatma Tatli, ji bo aqûbeta birayê wê were eşkere kirin bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir û got: “Divê Mesûd Barzanî û rayedarên PDK’ê der barê gerîlayên me de agahiyê bide. Eger hatibin şehîd kirin, yan birîndar kirin bila bibêjin. Bira wiha nêzî bira nabe. Em ne dijminê hev e. Em Kurd in û xwîna me yek e. Heta ku em agahiyekê ji gerîlayên xwe negirin em ê ranewestin. Em ê her rêyê bi kar bînin û serî li hemû saziyan jî bidin.”