Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di 22’yê çileya 2023’yan de hezar û 300 parêzeran serî li Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû dayîn ku biçin İmraliyê û Rêber Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin. Serlêdan bu tu awayî nehat bersivandin.

OHD’ê bang li gelek baroyên bajaran kir ku ji bo rakirina tecrîdê serî li Wezareta Dadê bidin.

Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD’ê Nagehan Avçil anî ziman ku ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran ên di sala 2019’an de 13 sal in tu hevdîtinên parêzeran çênebûne û ev wekî “îşkence” bi nav kir. Avçîl destnîşan kir ku “cezayê dîsîplînê” ji bo hevdîtina bi parêzeran re ne asteng e

Parêzer Avçîl bi bîr xist ku CPT di serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê de neçûbû Îmraliyê û got:

“CPT’yê li gelek girtîgehan der barê îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafan de hevdîtin pêk anîn. Lê belê neçû Girtîgeha Îmraliyê ku îşkenceya herî giran lê têkirin. Ev yek bi tu awayî nayê ravekirin. Ev li dijî armanc û wezîfeyên CPT’Yê ye. Gava CPT bê Tirkiyeyê divê ewilî serdana Îmraliyê bike. Helbet divê raporên xwe yên der barê vê de jî eşkere bike. Ji lew re raya giştî li hêviya rapora CPT’yê ye.”

Parêzer Nagehan Avçîl destnîşan kir ku wê serlêdanên wan ên ji bo rakirina tecrîd bidomin.