Di ser qetilkirina Denîz Poyraz re 3 sal derbas dibe.

Denîz Poyraz 17’ê hezîrana 2021’ê di êrişa li hemberî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin.

Derbarê dozê de bi giştî 7 runiştin pêkhat, kesên li pişt vê êrişê hêjî veşartî ne, Oner Gencer 9 sal cezayê hepsê girt.

Parêzera Denîz Poyraz Turkan Aslan Ağaç balkişand ser pêvajoya darazê û got.

Di mehekê de biryar hat girtin, di mehekê de daxwazên me hatin redkirin û biryar hat teblîgkirin. Dosya niha li Yekemîn Daîreya Dadgeriyê ye. Nêrînek taybet a dozger nîne, temyîz hatiye redkirin û xwest biryar bê erêkirin. Rastî derxest holê.

Parêzer Turkan Aslan da zanîn malbatê 2 doz vekirine, yek derbarê têkiliya gumanbar bi rêxistinên din re û ya din jî ji ber dewletê di dema êrişê de pêşî li kujer ne girt û wiha dewam kir.

Darizandina hat kirin ne bibandor bû, ger daxwaz bên redkirin emê serî li dadgeha destûra bingehîn bidin. Daraz timî wekî amûra siyasetê hatiye bikaranîn, ev 22 salin rewş derketiye asta herî jor. Me xwest gumanbarê esas ên bûyerê bên darizandin. Lê ev daxwaza me li ber çavan nehat girtin. Ne tenê wezîrê karê hundir ê wê demê Sûleyman Soylu, rêveberî giştî ji vê berpirs in.

Parêzer Turkan Aslan Agaç da zanîn gumanbarê esasî nehatine dîtin û wiha got.

Divê navenda giştî ya MHP’ê bê şopandin. Hemo şop, navenda giştî ya MHP’ê nîşan dide. Divê li ser vê bê sekinandin. Divê em hemû civak li dijî van neheqiyan têkoşîna hevpar bidin, li hemberî dijhiquqê dengê xwe bilind bikin.