2014’a li bakur û rojhilatê Sûrî Qanûna Jinê hat amedakirin. Yek ji biryaran avakirina Mala Jinê ye.

Rojnamevan Nujiyan Adar derbarê mala jinê dosyayek amadekir û vê dibêje:

Mala Jinê ji bo pirsgirêkan jinan çareser bibe, mafê jinan were parastin hat avakirin. Hêviyek mezin da jinan. Dema jinek, pêkutî lê dibe, berê xwe dida Mala Jinê.

Vekirina Mala Jinê jî, pêşî zehmet bû, nerazîbûn çêbûn. Lê sal bi sal bi berhemê şoreşê sînorek hat xêzkirin. Bi demê re mala Jinê bû mala çareseriyê, parastina jinê. Cihê birêxistinkirin û şiyarbûnê.

Mala Jinê ji 4 beşan pêk tê: Rêveberî, Aştî-Lihevanîn, Arşîv û Desteya Çavdêriyê. Mala Jinê ji sedî 90 pirsgirêkên li Kantona Cizîrê çareser dike û ya mayî jî derdixe dadgehê.

Li hemû kanton, navçe û taxan şaxên wê hene. Ji bo pirsgirêkên jinê û malbatî xizmetê dikin.

Di sala 2014’an de bi derxistina Qanûna Jinê re, li dijî nêzîkatiya zayendîperest a li jinê û civakê, têkoşîn hat meşandin. Ev qanun li dijî feraseta feodal û zayendîperest hate amade kirin. Ji bo vê jî têkoşînek mezin hate kirin. Ji ber ku zîhniyeta baviksalarî li dijî qanunê nerazîbûnek mezin nîşan da.

Lê jinan dest ji têkoşîna hiqûqî bernedan û di amadekirina qanunê de bi israr bûn. Di konferansa 2’an Meclîsa Edaleta Jinê de, 2018’an, di rojev û mijarên girêdayî qanûna jinan da gavek nû hate avêtin. Qanûna Jinê hate amadekirin û rêgezên parastina darazê û ya herî girîng jî azadiya jin û civakê hatin misoger kirin.

Qanûna Jinanê 2020’an de ji aliyê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate nûkirin û kete pratîkê.

Şer, şoreş û avakirina pergalê bi hevre, gelek zehmetiyan bi xwe re pêk tîne. Lê di nava mercên heyî de jî, bêhiqûqî dikarin werin çareserkirin. Di pergaleke demokratîk de armanca dawî zêdekirina qanûn û edaletê nîne; ji bo avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, avakirina malbateke demokratîk girîng e.

Jin niha li bakur û rohjilatê Sûrî li kêleka çareser kirina pirsgirêkên jinan amadekariya peymana civakî ya Jinan dikin