Hevseroka Komîteya Perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriye Semîra Hec Elî li ser perwerdeya li malan ji i ANF’ê re axivî û got; Di dema rejîma BAASê de, yek ziman, yek çand, yek dîrok dihate dayin. Kesekî ne ji partiya BAASê bûya nikarîbû biçûya zanîngehê.

Semîra Hec Elî destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê jiyan guhert. Saziya Zimanê Kurd (SZK) hate avakirin û bi roleke girîng rabû. Piştre hêdî hêdî dibistan hatin avakirin. Di dibistanan de perwerdeya pirzimanê hate dest pê kirin.

Li hemebrî astengî û zehmetiyan û karên salan, em gihane qonaxa îro, Hezkirina gel ya ji bo mamsoteyan, hewldana ji bo piştgiriya wan bû sedema serketina me.

Di sala 2014’an de li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê Rêveberiya Xweser hate ragihandin. Di nava Rêveberiya Xweser de desteya perwerdeyê bû yek ji saziyên herî girîng.

Di salên 2015 û 2016’an de li Efrîn û Kobanê ji pola destpêkê heta pola sêyemîn bi mufredata Rêveberiya Xweser perwerde hate dayin.

Li Cizîrê ji pola destpêkê heta pola duyemîn.

Di sala 2016 û 2017’an de mufredata Rêveberiya Xweser, heta pola 6’mîn hate dayin

Êdî sal bi sal pêşketin çêbû û ji sala 2015’an heta 2018’an mufredata Rêveberiya Xweser derbasî hemû dibistanan bû.

Semîra Hec Elî herî dawî got; Sîstema me demokratîk e. Mafên her zarokî têne parastin û her zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibîne. Li gel vê yekê hînî zimanên pêkhateyên din jî dibiînin.