Yek ji fermandara YJA Starê ya Botanê Peyman Amed pirsên ajansa me yên di derbarê operasyona Herekolê de bersivand. Amed da got  ‘gerîlayên YJA Starê û HPG’ê li ser dijmin çalakiyên dijwar kirin. Çalakiyên me ji bo antîpropagandaya dijmin bersivek bû.’

Li sahaya Botanê ya ku weke keleha gerîla tê nîşandan, dewleta Tirkî êrîşên xwe yên li ser gerîla û gelê Botanê didomîne. Li hember van êrîşan gerîlayên ku sekneke tije têkoşîn û berxwedan nîşan didin, ji her alî ve van êrîşan pûç dikin. Yek ji fermandara YJA Starê ya Botanê Peyman Amed operasyona ku li herêma Herekolê hatiye destpêkirin nirxand, di nirxandinên xwe de rol û mîsyona gerîlayên YJA Starê jî anî ser ziman û wiha got; ‘Di vê pêvajoyê de hêzên YJA Starê him tevlêbûnên xwe yên çalakiyên giştî aktîf kirin him jî di asta pêşengtî de rol leyîstin.’

‘EV OPERASYON KAR Û XEBATÊN ME NADE SEKINANDIN’

Ji mehekê zêdetir e li herêma Herekolê rewşa operasyonê didome. Hûn dikarin vê operasyonê ji me re binirxînin?

Ev nêzî mehekê ye li Herekolê operasyonek hatibû destpêkirin. Ev operasyon naşibe operasyonên salên borî. Operasyona beriya niha nêzî mehekê ajotibû, lê belê operasyona îsal ne wisa bû. Di operasyona îsal de çend gir girtin. Cihê ku girtin Girê Kulind, Şehîd Resul, Şehîd Sorxwîn û girê Şehîd Canxort e. Ev her çar gir ji aliyê dijmin ve hatine girtin. Ev cih qismek ji Herekol’ê ye. Giştî Herekolê nahewîne. Ji bo wê jî mirov nikare bêje ev operasyon tevahî Herekolê vedigire. Di çarçoveya vê operasyonê de mirov dikare bibêje ku hinek plansazî û xebatên wan hene. Ev cihên ku me navê wan got girtin, dixwestin xebatên me bidin sekinandin ango asteng bikin, lê belê ev operasyon kar û xebatên me nade sekinandin, ji ber ku Herekol herêmeke fireh e. Operasyona ku hate lidarxistin weke ya her sal nîne. Di vê operasyonê de sê an jî çar gir girtin û wisa di Herekolê de man. Em dikarin terz û çarçoveya operasyonê wiha binirxînin.

‘HÊZA ME YA JIN DI HÊLA PARASTINÊ DE DI CÎHANÊ DE MÎNAK E’

Di vê operasyonê de tevlêbûna hêzên gerîla çawa bû, bi taybetî jî gerîlayên YJA Starê tevlêbûneke xurt nîşan dan. Hûn dikarin vê jî ji me re binirxînin?

Gerîlayên Herekolê di vê operasyonê de tevlêbûneke xurt û aktîf dan nîşandan. Di hemû hevalan de ev biryar hebû û ji destpêkê ve amadekariyek hebû. Ji biharê heya niha li hemû sehayan û herêman rewşa operasyonan hebû. Ji ber wê jî weke gerîlayên Herekolê em li bendê bûn. Amadekariyeke di warê ruhî, biryardarî, xwestek û di warê pratîkî de di hevalan de hebû. Operasyon çawa destpê kir roja yekem hevalan bi çalakiyên xwe bersiv dan operasyonê. Ez bawerim dijmin ne li bendê bû ku ewqas zû bersiv bigire. Beriya ku dijmin van giran bigire li jêra Herekolê milê zozanan de çend kopik girtibûn. Hevala jî li wir li dijmin da. Em dikarin bêjin di gava yekemîn de ya ku avêtin Herekolê hevala li wan da. Hevalan bi çekên ferdî û yên navîn li dijmin dan. Dema ku dijmin derket Herekolê jî hevalan rojê du caran an sê caran li wan didan. Em dikarin bêjin ji mehekê zêdetir çalakiyên hevalan li ser dijmin qut nebû. Dijmin jî ne li bendê bû ku gerîla ji nişka ve lê bide, matmayî ma. Heta em dikarin bêjin; dibe ku hinek planên dijmin hebûn, lê belê lêdana hevalan, zû bersiv dayîna hevalan, sekna gerîlayên YJA Starê û HPG, çalakiyên xweser û yên giştî peyamek da dijmin. Di vê operasyona  Herekolê de hevala peyamek wiha da; ‘tu ewqas nikarî di Herekolê de pêş de biçê. Nikarî operasyoneke ewqas berfireh li vir bikê.’ Dijmin ev peyam ji çalakiyên hevalan girt. Dibe ku planên dijmin ên hîn berfirehtir jî hebin, lê belê ev çalakiyên hevalan, zû bersiv dayîna wan, planên dijmin pûç kir. Van çalakiyan li ser planên dijmin ên li Herekolê bandoriyek çêkir. Di vê pêvajoyê de hêzên YJA Starê him tevlêbûna xwe ya çalakiyên giştî aktîf kirin him jî di asta pêşengtî de rol leyîstin. Gerîlayên YJA Star û HPG’ê jî li ser dijmin çalakiyên dijwar lidarxistin. Çalakiyên me ji bo antîpropagandaya dijmin bersivek bû. Me weke hêzên YJA Star digot; bi çalakiyên xwe pêwîst e em di hêrema Herekolê de vî dengî derbixin ku gotinên dijmin yên ku ji gelê Botanê re digot; ‘gerîlayên YJA Starê li Botanê nemane’ pûç bikin, berovajî gerîlayên YJA Starê sexlem in, pergala xwe li vir xurt ava kirine û xilaskirina YJA Starê zehmet e. Ev ne tenê li Herekolê li tevahî çiyayên Kurdistanê wisa ye, ji ber ku YJA Star berhema çil sala ye. Bi keda Serokatî û fermandarên jin ên hêja ev pergal hatiye avakirin. Bi hinek şehadetên me an jî bi radestbûna çend jinan dijmin antîpropagandaya me dike. Ev bêzanistiya dijmin dide nîşandan. Vê nîşanî me dike ku dijmin her tiştê ji şerê taybet hêvî dike û xwe spartiye şerê taybet. Ewqas hêsan nîne ku YJA Star tune bibe. Pêwîst e her kes vê baş bizanibe. Niha li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Hêza me ya jin di hêla parastinê de di dinyayê de mînak e. Dinya, jinên cîhanê bi hêviyeke pir mezin temaşe dikin, ji bo wê jî wate û armanca çalakiyên YJA Starê di herêmê de ev bû.

‘LI KURDISTANÊ GELÊ YEKEMÎN KU PKK Û GERÎLAYÊ KURDISTANÊ NAS KIR GELÊ BOTANÊ BÛ’

Fermandar Amed di nirxandinên xwe de da diyarkirin ku ‘wateya Botanê û gelê Botanê di Kurdistanê de pir cûda ye. Dîsa di şoreşa me de jî wisa ye, ji xwe guleya yekem li Botanê hate teqandin. Li Kurdistanê gelê yekemîn yê ku PKK û gerîlayê Kurdistanê nas kir gelê Botanê bû’ û gotinên xwe wiha domand; ‘Wateya Botanê û gelê Botanê di Kurdistanê de pir cûda ye. Dîsa di şoreşa me de jî wisa ye, ji xwe guleya yekem li Botanê hate teqandin. Li Kurdistanê gelê yekemîn yê ku PKK û gerîlayê Kurdistanê nas kir gelê Botanê bû, ji ber ku gava yekemîn li Botanê hate avêtin. Li ser vê esasê gelê Botanê ji bo me cûda ye û xwedî nirxek e û em deyndarê gelê Botanê ne. Ev gotina Şehîd Delal Amed bû. Bi vê vesîleyê em fermandara mezin ya YJA Star û HPG ya sehaya Botanê heval Delal bi bîr tînin û bejna xwe li hember wê û hemû hevalên ku pê re şehîd ketine ditewînin. Ev gotina heval Delal bû û ev rast e. Bi rastî jî em deyndarê gelê Botanê ne. Di van du salên dawî de dijmin bi taybetî dixwaze wiha bide nîşandan ku di artêşbûn û di aliyê teqtîk de pir pêşketiye, lê belê ne wisa ye. Teqtîk û teknîka wî jî teknîk e, her tiştê wî teknîk e. Dijmin niha xwe dispere vê teknîkê û dixwaze di gelê Botanê de vê ferasetê çêbike ku qey gerîla xilas kiriye. Gelê Botanê gelekî bi rûmet e, gelekî kevnar e, gelek berdêl jî daye. Xwedî li vê partiyê derketiye, xwedî li gerîla derketiye. Heya niha jî wisa ye, hê jî keleha gerîla, keleha Egîda ye.  Ji bo wê jî gelê Botanê gelekî bi zana ye. Em bawer dikin; lîstokên dijmin baş dizane. Em dizanin ku gelê Botanê nayê lîstokên dijmin. Di ferqa antîpropagandaya dijmin ya ku niha dike de ye û fêm dike. Pêwîst e gelê Botanê vê hêviyê nede dijmin ku ji xwe re bêje ‘min bi şerê xwe yê taybet bandor li ser gel kir.’ Em bawerin; gelê Botanê gelekî wiha ye û ti carî dijmin bawer nakê. Zarokên xwe di vî şerî de dane, keçên xwe kurên xwe yên ciwan di vî şerî de dane. Ji bo wê jî gelê Botanê gelekî hêsan nîne ku bi şerê taybet be xapandin. Ez bawer dikim ku gelê Botanê wê van lîstokên dijmin pûç bike û wê xwe ji lîstokên dijmin re bigire. Dijmin dixwaze teqtîka sîxurtiyê pêş bixe, dîsa dixwaze cerdewantiyê pêş bixe, lê belê qasî ku me şopand ji gelê Botanê yên ku çek berdane jî hene. Gundeke ku bi salane cerdevantî dike îsal çek berda. Dijmin bi taybetî li Kurdistanê şerekî qirêj dide meşandin. Artêşa Tirkî û dewlet tenê li hember gerîlayên Kurdistanê şer nade meşandin, li hemberê hemû Kurdan şer dide meşandin û ev şerekî qirêj e. Di vî şerî de hemû rêbazên ji derveyî mirovahiyê hene, rêbazên xapînok, derew û ên dirû tê de hene. Em niha li çapemeniya Tirkan mêze bikin, çapemeniya wan ji objektîvîzmê qut bûye.

Weke gerîlaya Herekolê û weke gerîlaya YJA Star û HPG’ê bêguman me soz dabû ku li ser şopa şehîdan bimeşin.. Ji vir şûn ve jî li ser vê şopê em ê bimeşin. Li ser şopa şehîdên me yên destpêkê û heya dawî em ê bimeşin, çalakiyên ku îsal me kir hemû li ser bîranîn û tolhildana Şehîd Delal Amed û şehîdên Besta bû. Ji bo tolhildana van şehîdan çalakiyên me wê dewam jî bike. Em di wê îddîayê de ne ku hemû lîstokên dijmin û êrîşên dijmin ên derveyî mirovahiyê yên ku li ser gelê me û tevgera me dide meşandin em ê pûç bikin û em bi vê zanînê ne. Em parêzvanên van nirxan in. Em him parêzvanên wan in him jî erkdarên ku em vê şoreşê bi ser bixin. Em vê jî dizanin, erka herî mezin dikeve ser milên gerîla. Em di ferqa vê de ne. Em bi vê zanebûnê tevdigerin. Heya niha em bi vê zanebûnê tevgeriyan, ji vir şûn ve jî em ê bi vê zanebûn, soz û îddîayê tevbigerin. Têkoşîna me di her alî de, tenê ne di warê leşkerî de, bêguman erka me ya sereke ye, lê belê di her alî de weke gerîlayên Kurdistanê li ser ruhê van şehîdên fedaî wê xwe mezin bike. Li ser vê esasê em cardin soza xwe didin.”