EDENE – Nivîskar Rênas Mûsa, hevdîtinên xwe yên bi şervanên YPG û YPJ’î yên li Kobaniyê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan û bi ser ketin kirin pirtûk û çap kir. Navê pirtûka Mûsa “Tarihin Sıfır Noktası Kobanê” ye.  Nivîskar Rênas Mûsa, hevdîtinên xwe yên bi şervanên YPG û YPJ’î yên li Kobaniyê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û çavdêriyên xwe kirin pirtûk. Navê pirtûka Mûsa “Tarihin Sıfır Noktası Kobanê” ye. Pirtûk ji Weşşanxaneya J&J derket.  Mûsa, diyar kir ku wexta şerê bajêr dewam dikir ew û hin rojnamevanan çûne Kobaniyê û got: “Berê min di çapemeniyê de Kobanî dîdîr, lê wexta çû pir cuda bû. Bajêr, tarûmar bibû. Li navçeyeke ev qasî biçûk şerekî ev qasî mezin, ev yek tesîreke mezin li min kir. Şervanan û gelê sivîl mil da milê hevdu û li dijî DAIŞ’ê rûmeta mriovahiyê diparast. Heta şerê Kobaniyê jî DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê bajêr dagir dikirin. Di Şerê Duyem ê Cîhanê de Stalîngrat faşîzma Hîtler rawestandibû. Li Kobaniyê jî ciwanên kurd û dostên wan bi hev re faşîzma DAIŞ’ê rawestand. Ev pirtûk li ser israra şervanê bi navê Şiyar Amed hat nivîsandin. Şiyar gotibû: ‘Gelê kurd li vira rûmeta mirovahiyê rizgar dike. Teqez divê ev di dîrokê de bê tomarkirin. Eynê wekî şervanên 300 Spartiyan, divê hin kes pêkanînên li vira binivîsînin.'”  ‘ÇÎROJA CIWANÊN KURD E’  Mûsa, anî ziman ku tiştên hatine nivîsandin di ji bo dîrokê nîşe ne û wê hemû hevdîtinên xwe yên bi şervanan re tomar kirine û paşê kirine pirtûk. Mûsa, got: “Li eniya şer, di dema şer de me deng tomar dikirin. Her wiha ev yek derûniya şer jî yeko yeko vedigot. Min ji şervanan xwest behsa şeveke Kobaniyê û bîranîneke xwe bikin. Beriya her tiştî ji bo kurdan Kobanî birînek e û berxwedaneke. Di dîrokê de cara ewil kurd li Kobaniyê bi awayekî ruhî û netewî hatin cem hev. Raya giştî ya cîhanê û gelên cîhanê ji bo Kobaniyê seferber bibûn. Cara ewil bû ku tiştekî wisa di dîroka kurdan de diqewime. Di şerê Kobaniyê de şervanên jin ên kurd bêtir derketin pêş. Feysel Ebû Leyla, di hevpeyvîneke xwe de gotibû ‘ji niha û pê ve kî pirsa Kobaniyê bike bêjin li rojavayê Kobaniyê ye.’ Yanî ev çîroka ciwanên kurd e. Çîroka bajarê Kobaniyê ye ku sembola berxwedanê ye.”  MA / Hamdullah Kesen Parve bike: