Her diçe bertekên li dijî biryara Wezareta Karê Derve ya Amerîka a li dijî sê şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan zêde dibe. Di vê çarçoveyê de nivîskar Mumtaz Heyderî û mamostayê zanîgehê Kameran Mentik ji RojNews re axivîn.
Nivîskar û rojnameger Mumtaz Heyderî diyarkir ku Amerîka siyaseta duru ya beriya niha 50 sala dike, Amerîka yek ji welatê herî bihêz yê emperyalîzmê ye ku siyaseta wê ya duru, heya sê ru jî heye.
Mumta Heyderî wiha dewamkir:: “Amerîka heya niha ji nekariye li gel dewletên dagirkerê Kurdistanê, weke Tirkiye, İran, Iraq û Suriye siyasetek hevbeş bike û her roj siyasetek cûda dike. Ji ber wê krîzek kur di siyasetê de heye. Kurd jî beşek ji vê siyaseta krîzê ye û stratejiyek ya wan nîne. PKK’ê komployên navnetewî vale derxistiye. Wek mînak komploya navnetewî bi armanca tinekirina PKK’ê û gelê Kurd li hemberî Ocalan pêkhat, lê vale hat derxistin. Lê PKK’ê hê zêdetir mezin bûye.”
Mamostayê beşa Siyasî yê zanîngeha Selahedîn Dr. Kameran Mentik jî li ser heman mijarê axivî û got: “Biryara Amerîka biçûk kirina pirsgirêka Kurde. Pirsgirêka Kurdan ewe ku heya niha Kurdan famnekiriye, Amerîka tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji bo wê pêwîste Kurd fambikin û xwe birêxistin bikin, ji bo bikaribin xwe biparêzin.”