Polisên TEM’ê di 14’ê Hezîranê de bi ser qawişên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Karabukê Tîpe T girtin û 10 saetan lêgerîn kirin.

Di dema lêgerîna ku bi biryara dozgeriyê hatiye kirin de, destnivîs, xebatên çîrokên kurdî, kovar, pirtûkên girtiyan û navnîşan û telefonên aîdê malbatên wan hatine desteserkirin.

Hate diyar kirin ku ji bilî vê yekê berdana gelek girtiyan jî hatiye asteng kirin.

Navên girtiyên ku tevî cezayê wan xelas bûye û nayên berdan:

“Mehmet Sarilatin, Aydin Kûdat, Abdûrrahman Guner, Alî Koç, Mûstafa Karakaya, Ejder Dogan, Abdûllah Ok û Adem Oktay in.

Navên girtiyên ku 30 sal in tên girtin û berdana wan tê asteng kirin jî evîn:

“Hakki Aygun, Mehmet Şirîn Taşdemîr, Kadrî Akkoç, Hasan Ogut, Alî Haydar Elyakût, Mûhîttîn Pîrînçîoglû û Halîl Temel in.

Girtî û malbatên wan, bang li rayedarên dewlet û desthilatdairyê kirin ku demildest dawî li pêkanînên keyfî û nekanunî bînin.

Malbatan ragihand ku heke bêhiqûqî berdewam bike, wê li ber girtîgehan dest bi çalakiyan bikin.