Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî têkildarî serlêdana ji raportorên girêdayî NY’ê kirine axivî.

Yureklî da zanîn ku ji dema ava bûye heya niha peywira venêrîna Girtîgeha Îmraliyê ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û vê peywirê jî CPT pêk tîne.

Yureklî diyar ku CPT peywira xwe pêk naîne û wiha got:

“An ji ber berjewendiyên xwe an jî ji ber neçarê hikûmeta Tirkiyeyê ne an jî nikarin bi wan, li hemberî domandina tecrîdê pir lewaz tevdigerin, kêm dimînin.

Em serlêdanên xwe yên Konseya Ewropayê (KE), û saziyên girêdayî konseyê didomînin.

Yureklî da zanîn ku ji ber ev yek jî têr nake ew serlêdanên xwe ji saziyên cudatir jî dikin û wiha berdewam kir:

Ev sazî ne alternatîfên hev û du ne.

Danekirinên wan cuda bin jî heman peywirê pêk tînin.

Di heman demê de rol û misyona wan heye ku dikarin hev û du têxin liv û tevgerê jî.

An ku dema komîteyekî NY’ê got ‘îşkence heye, mafê mirovan tê binpêkirin’ CPT, KE an jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nikare bêalî bimîne.

Ev yek dê rewabûna wan jî bide nîqaşkirin.

Dê encamekî ku ‘karê xwe nakin, erkên xwe pêk naînin’ derkeve holê.”

Yureklî di civîna ÎHÎK’ê de daxuyaniya Wezaretê Edaletê Yilmaz Tûnç a ku tecrîdê red kiribû bi bîr xist, da zanîn ku tecrîd di vê astê de teşhîr bûye û ketiye rojeva hemû saziyên navneteweyî.

Wezîrê Edaletê tim daxuyaniya ‘Li Îmraliyê tecrîd nîn e’ dide û berovajî rastiyê ye.

Ev yek lûtkeya têkoşîna hiqûqî nîşan dide û dê encam jî bigire.

Mafê her welatiyek heye ku li dijî îşkenceyê bisekine.

Bi vî aliyê xwe ve divê Yekitiya Baroyan li dijî vê rewşê bêyî helwest nebe.

Rewşa rewşenbîrên li Tirkiyeyê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê, nayê fêmkirin.

Niha nîqaşên Destûra Bingehîn tên kirin lê belê hebûna Îmraliyê tê wateya redkirina hemû saziyên nevneteweyî.

Lê belê dema têkoşîna li dijî tecrîdê wek hiqûqî, civakî û polîtîk domdar bû dê bandorê li van kesan jî bike.

Û dê wê demê nikarin li ber vê têkoşînê bêdeng bimînin.”