Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 5’mîn a Amedê Erhan Çavûşoglû ji Solhanê ye û ji malbateke hevkar e ku ji DYP’ê derbasî AKP’ê bûye ye.

Dadger Çavûşoglû piştî şerê desthilatdariyê yê 15’ê Tîrmeha 2016’an, li aliyê desthilatdariyê cih girt, gelek kes ji kar avêtin.

Çavûşoglû her dem, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal, timî pesnê Serokkomarê Tirk Erdogan dide.

Dema ku Çavûşoglû Serokatî ji Komîsyona Edaletê ya Wanê re dikir, amurên narkotîkê yên li Buroya Emanetê ya Edliya Wanê weke ard hatin qeydkirin. Piştre hete firotin.

Di vê mijarê de 4 dozger hatin darizandin.

Yek ji van jî Çavuşoglu bû, Ji ber lêpirsîna bertîlê, Çavûşoglû surgunî Dadgeha Herêmê ya Erzîromê hate kirin.

Piştre li ser daxwaza Erdogan , Çavûşoglû di sala 2022’an de ji bo Endametiya Dadgeha Edliyê ya Herêma Edenê hate bijartin.

Rojnamevan Firat Bûlût têkildarî malbata Çavuşoglu ev agahî parvekirin; Têkiliya malbata Çavûşoglû ya bi AKP’ê re, li Solhanê piştî şerê malbatan destpê kir.

Şaredarê Solhanê yê DYP’yî Niyazî Çavûşoglû, di vî şerî de sucadar hate dîtin, lê ji sedema ku kete nava AKPê, beraat kir.

Di sala 2009’an dem Niyazî Çavuşoglu, ji AKP’ê bû namzet û bi serket.

Birayê wî Erhan Çavûşoglû jî piştî têkiliya bi AKP’ê re di aliyê karê edliyê de her dem bilind bû û her curê qiêjî kir, lêû ji aliyê Erodgan ve hate parastin.