Parêzerê rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica bersiva Wezîrê Dadê da:

Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?

39 meh in agahî ji rêber Apo û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê girtin û bi tecrîdek dijwa re rû bi rû ne.

Li aliyekî ev tecrîda girankirî berdewam dike li aliyê din jî Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di civîna Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê de axivî û tecrîdê înkar kir.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan pirsa tecrîdê ji Tunç kir.

Tunç jî tecrîd înkar kir û ev bersiv da: “Tecrîd tune ye. Biryarên dadgeriya înfazê tên sepandin.”

Ji parêzerên rêber Apo û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica bersiva Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da.

Rêzan Sarica îdiayên Tunç wek “Dixwazin ser sûcê îşkenceya li Îmraliyê bigirin” nirxand.

Parezer Rêzan Sarica bal kişand ser daxuyaniyên wezaretê û wiha got:

“Daxuyaniyên wezaretê xapandin û rewakirina agahî negirtina Îmraliyê ye.

Dixwazin hem sepanên dijqanûnî yên li Îmraliyê û îşkenceya li Îmraliyê rewa bikin.

Hem jî bi daxuyaniyên xwe nîşan didin ku wezîfeya xwe xerab bikar tînin.

Nêzîkatiyek xelet nîşan didin.

Em dibînin ku Wezîrê Dadê bi van daxuyaniyan ji berpirsiyariyê direve.

Dixwazin bi van daxuyaniyan serê xelkê tevlihev bikin û rewşa heyî ya li Îmraliyê şîlo bikin.

Divê mafê bingehîn û azadiya mirovên di girtîgehan de were temînkirin.

Lê belê heke hûn rabin van mafan asteng û sînordar bikin û qedexe bikin, jixwe ev dibe tecrîd.

Li Îmraliyê miwekîlênme di şertên ku ji tecrîdê derbas bûye, gihîştiye asta tundiyê û kes nikare navekî lê bike.

Yanî şert û mercên li Îmraliyê yên heyî îşkence û dijmirovî derbas kiriye.

Tecrîd têgehek ji bo sepanên li Îmraliyê gelek kêm jî dimîne”.

Rêzan Sarica ji hikûmetê û Wezareta Dadê pirsa, “Heke li Îmraliyê tecrîd û îşkence nebe, nexwê hikûmet çima cesaret nake ku rapora CPT’iyê ya ku ji adara 2023’yan ve di destê wan de ye eşkere bike?” kir û wiha axivî:

“Di heman demê de hikûmet çima biryarên Neteweyên Yekbûyî yên li ser şertên Îmraliyê ku dixwaze demildest bên rastkirin, çima ji nedîtî ve tê?

Her wiha bi salane CPT pêşniyaran dike ku şertên Îmraliyê bên başkirin lê çima hikûmet hewl nade ku baş bike?

Gelo Wezîrê Dadê çima raporên CPT’iyê ji nedîtî ve tê û daxuyaniyên ku civak-raya giştî dixapîne dide?

Îdia dikin ku qedexeya malbat û parêzeran li gorî ‘hiquqê’ ye.

Lê gelo çima her tiştî ji parêzeran vedişêrin û bi veşartî bi rê ve dibin?”