Ji ber barana zêde ava bendava Simaqolî bilindbû û rêya Hewlêr-Silêmanî hat girtin. Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêr jî diyar kir ku şofêr dikarin rêya Koye-Heybet Sultan bikarbînin.
Ji ber barana zêde ava bendava Simaqolîn bilindbûye û ji danê nîvro ve rêya dinavbera Silêmanî û Hewlêr de girtî maye.
Têkildarî mijarê Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêr Fazil Hacî Hisên ji Rojnews re diyar kir ku ji ber baranê ava Bendava Simaqol bilindbûye û carek din rêya dinavbera Hewlêr û Silêmanî de, ji çûnê hatinêre hatiye girtin.
Fazil Hacî Hisên herwiha diyar kir ku şofêr dikarin rêya Koye-Heybet Sultan ji bo çûn û hatinê bikarbînin heyaku asta ava bendava Simaqol kêmdibe.
(şk)