Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol guhertina li Rihayê û tercîha gel ji ANF’ê re nirxand.

Sevda Çelîk Ozbîngol got;

Di hilbijartina 31’ê Adarê de, medît ku daxwazên guhertinê mîna li her devera welêt, li Rihayê jî bandor li encamên dengdanê kir.

Riha weke bajarekî partiya desthilatdar dihate nas kirin.

Lê gelê Rihayê bû wêneyê têkçûna desthilatdariyê.

Eger Rihayê gotibe guhertin pêwist e, veger jê nîne.

Li Rihayê ne tenê şaredarî guherî, gelek tişt guherîn.

Rihayê daxuyakirin ku gel feraseteke nû ya şaredariyê dixwaze,

Gelê Rihayê tercîha xwe di aliyê DEM Partî de nîşana da.

Gel DEM Partî weke alternatîf dît û şaredariya rantxar, talanger red kir.

Sevda dazanîn ku, xelkê Rihayê bi taybetî li hemberî mejiyê qeyûm piştgirî da namzetên gel û desthilatdarî mahkum kir û got;

DEM Partî karekî rast yê şaredariyê dike, vê yekê berê jî bandor li gel kiribû.

Gel di nava pêvejoyê de rastî dît û li cem DEM Partî cih girt.