Gerîlayê HPG’ê Seyitxan Acay bi nasnav Brûsk Reşîd 30’ê tîrmeha 2020’an li gel dû hevalên xwe di êrişa dijmin de, li çiyayê Gabarê yê girêdayî Şirnexê şehîd bû.

Tevî ku testa DNA yê heye, dewlet cenaze nade malbatê.

Dayîka wî Rukiye Acay ji ajansa mezopotamya re axivî, behsa zilma li wan tê kirin kir û got:

Hema hestî jî mabe, bila cenazeyên me bidin me.