Piştî ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, şandeya CHPê, ji Enqerê çû Colemêrgê.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên BDP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Keskîn Bayindir û endamên partiyê li avahiya DEM Partiyê şandeya CHP’ê pêşwazî kirin.

Tulay Hatîmogûllari spasiya şandeyê kir û got;

Em bi hev re dikarin xwedî li demokrasiyê derkevin.

Li hemberî zîhniyeta ku mafê dengdayîn û hilbijartinê asteng dike, em dikarin bi serbikevin.

Encax em bi hevgirtinî dikarin vê zihniyeta derbekar têk bibin.

Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel jî axivî û got,

“Em ji bo bertek nîşanî pêkanîna qeyûm bidin û piştgiriyê bidin DEM Partiyê li vir in.

Em li gel her kesên ku bi neheqî û bêhiqûqiyê rû bi rû dimînin re ne.

Qeyûm antî-demokratîk e û neqanûnî ye.

AKP hê jî bi zagonên ku di dema hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de derxistibû, welat birêve dibe.

Desthilatdarî hîna xwediyê feraseteke ku ji serdema derbeyê sûd digirê ye.

Weke CHP’ê, em ê li her qadê hevgirtina xwe bidomînin.

Şande, ji bo hin hevdîtinan bike,çû nava bajêr.