Salîh Akman ê ku şaredariya Tûşbaya Wanê desteser kiribû, xizmên xwe di şaredariyê de kir rêveber.

Di hilbijarartina 31’ê Adara 2019’an de Hevşaredarê HDP’ê Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz bi ser ketibûn lê hinceta ku KHK’yî ne Salîh Akman bûbû şaredar.

Salîh Akman xwarziyê xwe Sînan Koçak kir Midûriyeta Nivîsgeha Taybet, biraziyê xwe Azîz Akman yê ku Midûrê şaxa Perwerdehiya Millî ya Qelqeliyê bû kiribû Alîkarê Şaredar. Akman qîma xwe bi vî tiştî neanî û hemû xizmên xwe xist şaredariyê û ew kir rêveber û midûr.

Akman ev xizmên xwe xistiye şaredariyê:

  1. Mehmet Sabrî Akman: Rêveberê garajê
  2. Savaş Akman: Alîkarê rêveberê garajê.
  3. Tahsîn Akman: Rêveberê qadê
  4. Mehmet Salîh Akman: Rêveberê ji notirvanan berpirsyar
  5. Siracettîn Akman: Midûrê Karê Paqijiyê.
  6. Akman xizmekî xwe jî kiriye Midûrê Xebatkar û Karkeran.