Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel 7 sal in girtiye, ji girtîgeha Sîncanê bersiv da pirsên ajansa jinan JINNEWS’ê.

Sebahat Tuncel li ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku belavî hemû girtîgehan bûye anî ziman;

Li Tirkiyeyê pergala hiqûqê ji holê rabûye. Baronên hişbirê, kujerên jinan, çete li kuçeyan dest û lingên xwe li ba dikin û dimeşin. Zagon li gor kesan dikeve meriyetê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyêy e.

Tuncel têkildarî tecrîd û komploya navneteweyî çalakiyên girseyî ev nirxandin kir:

“Sîstema faşîst otorîter qadên jiyanê ji bo, cudahiyan, ji bo ziman, çand, gelên cuda nahêle. Çalakî hene lê belê têrê nakin. Her serdem çalakiya xwe diafirîne. Divê êdî çalakiyên pêdiviyên serdemê tînin cih, bên kirin.

Ji bo li Tirkiyeyê azadî û demokrasî bikeve bin ewlehiyê divê standartên demokrasiyê bên bilindkirin. Ev jî encax bi çareserkirina meseleya kurd pêkan be. Rêya çareserkirina meseleya kurd jî Îmralî ye.

Tuncel li ser bandora serhildanên ‘jin jiyan azadî’ jî wiha got:

Jin jiyan azadî di nava şertên tecrîdê de sîstema îşkenceyê derbas kir û gihaşt jinan. Niha jî li Kurdistan, Îran, Tirkiye û hemû cîhanê bûye sembola azadiyê. Tenê mafdariya me têr nake divê ev serhildana me bibe civakî.

Loma jî heta em li qada polîtîkayê bi ser nekevin em nikarin li tu qadê bi ser bikevin.

Sabahat Tuncel derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî ev nirxandin kir:

Ev êrîşên li ser Rojava wekî Tirkiye dibêje ne ji ber ewlehiyê ye, ji ber polîtîkayên dijminatiya kurdan e. Tirkiye kurdên li Tirkiye, Sûriye, Irak, Îranê wekî dijmin dibîne. Tifaqa Ergenekon- AKP-MHP’ê dixwaza Şoreşa Rojava ji holê rake. Divê hemû kesên aliyê demokrasî, azadî, xwişk û biratiyê digirin divê li dijî êrişên dewleta tirk derkevin.