Di 5’ê Mijdara 2018’an de li Şengalê Lijneya Tifaqa Şengalê hat ava kirin. Armanc ji vê lijneyê ewe ku Şengalî bi xwe xwe bi rêve bibine. Li ser vê yekê nivîskar û mamostayê zanîngehê Hawjîn Mela Emîn ji RojNews re axivî.

Emîn pêngava Lijneya Tifaqa Şengalê weke pêngavek gelek girîng dît û wiha axivî: “Şengaliyan têgihişt ku bê jiyanek hevbeş û biryarek hevbeş ya kesên di Şengalê de jiyan dikin, garantiya tiştek din nîne. Em hemu jî dizanin niha çeteyên DAIŞ li wan navçeyan xwe bi rêxistin dikin. Ji bo wê ger pêkhateyên wan navçeyan yekitiya xwe ava nekin dibe ku rastî êrîşek din werin.”

Mamosta û nivîskar Hawjîn di derbarê nerazîbunên gelê Êzidî yên li dijî vegera îdareya berê ya Şengalê de jî axivî û got: “ Ti aliyek siyasi nikare hemu karesatên ser Şengalê de hatîn ji nedîtîve bê û îdareyek ji derve bêt û bi ser xelkê Şengalê bide pejirandin. Vê îdarê di nexweşiyê de xelkê bajarok bicih hişt, nekarî xizmetguzariya xelkê Şengalê û weke pêwîst parastina xelkê Şengalê bike. Îradeya berê nikare parêzvaniya Şengalê bike, nikare cihê xwe jî li wir çêke. Ji bo wê ya herî baş ew îdareya berê venegere Şengalê.”

‘Yaku Şengalî daxwaz dikin, mafê hemu pêkhateyane’

Hawjîn di dewamê de got ku divê Hukumeta Herêma Kurdistan, Iraq û welatiyên herêmê, rêz li îradeya xelkê Şengalê bigrin û rêz bidin biryara wan. Ya ku niha li Şengalê heyî, daxwaza rastîn ya pêkhateyên Şengalê ye.

‘Şengal mînakek başe ji bo hemu navçeyên bi nakok’

Mamostayê zanîngehê diyarkir ku divê Şengal ji bo xwe rêvebirina hemû navçeyên bi nakok bibe mînak û wiha dom kir: “Rastiyek derketiye holê, ew jî ewe ku ne Iraq û ne jî Herêm di çareser kirina pirsgirêkên navçeyên bi nakok de ne raste û nikarin wê pirsgirêkê çaresre bikin. Di çareser kirina pirsgirêka madeya 140 ne rastin û hatiye paşguh xistin. Ji bo vê li gorî min mînaka Şengal rêya çareseriya van herêmane. Xelkên navçeyên bi nakok dikarin kar li ser vê mînakê bikin. Di aliyê jiyanek hevbeş û hevudu pejirandinê de mînakek gelek rast û ciwane.”

Hawjîn di dawiyê de got: “Divê piştgiriya ezmuna Şengalê were kirin. Di aliyê yasayî û siyasi de jî berpirsartiyek mezin dikeve ser hêzên siyasî yên li herêmê, Iraq û parlamenterên Iraq û herêmê. Divê ezmuna Şengalê were parastin û vê ezmûnê bikin mînakek girîng. Divê alîkariya Şengalê bikin daku li ser piyê xwe raweste.”