Pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê didomin. Şêniyên gundên rizgarkirî çek hilgirtin û li kêleka şervanên QSD‘ê li hemberî çeteyan şer dikin.
Çavkaniyên QSD‘ê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ‘ê di sê rojên dawî de ji rewşa xirab a hawayî sûd girtin û êrîşî nuqteyên şervanên QSD‘ê yên li gundên rizgarkirî yên rojhilatê Dêrazorê kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku şervanên QSD‘ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ‘ê xistin û êrîş têk birin.
Heman çavkaniyan teqez kirin ku şêniyên gundên rizgarkirî çek hilgirtin û li kêleka şervanan êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê şikandin û gelek bargehên wan rûxandin.